DYA’yê bêhêvîbûna xwe ji siyaseta Lubnanê re diyar kir

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagus bêhêvîbûna DYA`yê ji qada siyasî ya Lubanê re nîşan da.

Morgan Ortagus ji El-Hurra re got wezaretê agahiya lêborîna serokwezîrê Lubnanê yê demkî Mistefa Edîb dît û wiha got: "Hilbijartin û erkdarkirina hikumeta nû biryara gelê Lubnanê ye ku ji destpêka Cotmeha borî ve daketin qadan, ji ber wan banga sererastkirina aborî, saziyan, desthilateke baştir û sînordarkirina gendeliya ku derfetên Lubanê xeniqandine, kirin."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ev yek li gotina xwe zêde kir: "Mixabin tevî ku aloziya darayî û teqîna ku li bendera Beyrûtê rû da, lê hîn jî kar û xebata Beyrûtê venegeriyaye wekî berê."

Morgan Ortagus di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wekî ku wan û komên piştgiriya navneteweyî destnîşan kirine ku hikumetên ku werin avakirin divê xwestekên gelê Lubnanê mîsoger bikin û guhartinên pêwîst yekser bi cih bînin û wiha pê de çû: "Ji ber vê tenê bi rêya têkoşîna li gendeliyê hikumeta ku dê were avakirin dikare alîkariya Lubnanê bike û wê ji vê aloziya heyî xelas bike."

Duh Mistefa Edîb ji ber neavakirina hikumeta nû lêborîn xwestibû.

(eh)


Mijarên Din