DYA’yê bi dehan binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê û gelê Kurd belge kirin

Wezareta Karên Derve a DYA’yê bi raporekê binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê û gelê Kurd pêk anîne, belge kirin. Çavdêrên di Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê de jî metirsiyên xwe ji ber sînordarkirina raporên çapemeniyê li Tirkiyê, nîşan da.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rapora xwe ya salane der barê mafên mirovan li Tirkiyê de belav kir. Wezaretê di rapora xwe de destnîşan kir ku "Hêzên Cendirmeyan ên Tirkiyê" gule li penaberên ji Sûriyê û dewletên din ku hewl didin sînor derbas bikin, reşand û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

Her wiha çavdêrên di Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) de, metirsiyên xwe ji be qeydên li ser raprorên çapemeniyê li Tirkiyê têne ferzkirin ku namzetên opozîsyonê sînordar kir û di nav de girtina namzetekî serokatiyê, anî ziman.

Ji ber wan qeydan, pêşbirkeke hevseng bi namzetên din ên ji hilbijartinên şaredariyan di Adarê de, pêk nehat. Çavdêrên Meclisa Ewropayê jî heman metirsî der barê sînordarkirina azadiya nêrînê û bi taybet dezgehên çapemeniyê de nîşan da.

Li gorî raporên belgekirî, operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li derveyî sînorê wê bû sedema kuştina sivîlan. Di 27`ê Hezîranê de 4 sivîlên ji Iraqê di bombebarana hewayî ya Tirkiyê li ser bakurê Iraqê de hatibûn kuştin.

Di Cotmehê de jî hêzên çekdar ên Tirkiyê  bi navê "Kaniya Aştiyê" dest bi operasyonekê kir ku di encama de niştecihên bajar û gundewarên li ser sînorê Tirkiyê, koçber bûn.

Komseriya Mafên Mirovan a NY`yê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Rights Watch, çalakvanên herêmî, navdewletî û dezgehên çapemeniyê diyar kir ku êrişên hêzên Tirkiyê û çeteyên wê bûn sedema kuştina sivîlan û di navde êrişên li ser binesaziya herêmên sivîlan pêk hatine û hedefgirtina sivîlan. Komên çete yên girêdayî Tirkiyê gelek sivîl kuştin ku di nav de siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef hebû. 

Her wiha tevgera penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin, hat sînordarkirin.

Dîsa gelek nûçeyên hemleyên berfireh ên girtina sivîlan derketin ku di nav de welatiyên ji Efganistanê, Sûriyê û Iraq hebûn. Di 6 mehên destpêkê yên sala 2019`an de, 144 penaber ji ber fetisandin û qezayên trafîkê, jiyana xwe ji dest da.


Mijarên Din