DYA`yê carek din tevgera Ciwanan a Somalê kir hedef

Amerîkayê li dijî tevgera Ciwanan a Somalê êrişeke din a hewayî pêk anî, ku ji dema hatina Biden ser desthilatê ve û di nava hefteyekê de ev êrişa duyemîn li dijî  tevgerê ye.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êriş ji bo destekdayîna hêzên Somalê yên hevkar û li gorî erêkirina Kongresê ya bikaranîna hêza leşkerî, pêk hatiye.

Berdevka Pentegonê Cynthia King got êrişa hewayî ji aliyê fermandariya Amerîkayê ya hêzên çekdar yên Amerîka bi hevkariya hikumeta Somalê li dijî herêma Galmudug a li navarasta Somalê, pêk hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sêşema borî jî DYA`yî li dijî tevgera radîkal êrişek hewayî pêk anîbû.

 (cx)


Mijarên Din