DYA’yê ceza li rêveberên Hizbullahê ferz kir

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê 3 kesayetên payebilind ên partiya Hizbullah a Lubnanê xistin lîsteya cezayan. Endamekî parlamentoya Lubnanê û rayedarê koordîneya di navbera Hizbullah û saziyên ewlehiyê yên Lubnanê de jî di nav wan kesan de ne.

Ajansa Reutersê bi daxuyaniyekê li ser zimanê wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo got ev gav di çarçoveya xebata DYA`yê ya sekinadina li hemberî Hizbullah li Lubnanê de ku desteka xwe ji Îranê digire, pêk hatiye.

Ev jî cara yekemîn e ku buroya çavdêriyê ya nasnameyên biyaniyan ku girêdayî Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ye, biryara xistina 3 endamên parlementoya Lubnanê di lîsteya cezayan de dide ku Washington wan bi piştgiriya rêxistinên terorîst tawanbar dike.

Washington jî Hizbullahê wekî rêxistineke terorîst bi nav dike.

Buroya Çavdêriya Nasnameyên Biyanî diyar kir ku Emîn Şerî û Mihemed Hisên Read ku her du endamên parlementoya Lubnanê ne û ji bo berjewendiyên Hizbullahê  dixebitin, xistine lîsteya cezayan.

Di heman demê de, vê carê buroyê wêneyê fermandarê Feyleq El-Quds a Îranê Qasim Silêman ku destê xwe avêtiye ser stûyê Emîn Şerî, belav kir.

Buroyê got ceza li ser berpirsê koordîneya di navbera Hizbullah û saziyên ewlehiyê yên Lubnanê de Wefîq Sefa jî hatiye ferzkirin.

Di vê derbarê Pompeo got her sê berpirs erkdariya xwe ji qaçaxkirina kel û pelên qedexekirî ji Lubnanê re û fişara li ser saziyên darayî yên Lubnanê bikin, da ku alîkariya Hizbullahê bikin, saziyên Lubnanê lewaz bike û cezayên DYA’yê paşguh bike, bi kar tînin.

Li gorî bergiriyên ku gencîneya DYA’yê girtine, dan û standina welatiyên Amerîkayê bi her sê kesayetan re qedexe ye, her wiha karînên wan ên sûdwergirtina ji pergala Amerîkayê tê rawestandin.

(eh) 


Mijarên Din