DYA`yê cezayên din li berpirsên Sûrî yên girêdayî El-Esed û hevsera wî ferz kirin

Wezareta Xezîneya Amerîkayê li ser malpera xwe ya li ser înternetê got, DYA`yê îro cezayên nû li Sûriyê birî û vê carê 13 kesayet kirin armanc.

Rêveberiya Amerîkayê got wê di çarçoveya Qanûna Qeyser de cezayên aborî li berpirsên Sûrî û şirketên ku têkiliyên wê bi Serok Beşar El-Esed re hene ferz kirin.

Rêveberiyê bi bîr xist ku wê navên şêwirmendê malî yê Serokê Sûriyê Beşar El-Esed Yasir Îbrahîm, xwişkên wî Nesrîn û Rene Îbrahîm xistine lîsteya cezayan.

Li gorî wezareta Amerîkayê kesên ku rastî cezayan tên, wek çarçoveyekê ji bo Esesd û hevsera wî Esma kar dikin.

Washington bi rêya zexta ku li hikumeta Esed dike, dixwaze wê vegerîne diyaloga ku NY`î bi rêve dibe û şerê ku ji deh salan ve dest pê kiriye bi dawî bibe.

(şx)


Mijarên Din