DYA`yê der barê dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê helwesta xwe diyar kir

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Morgan Ortagûs diyar kir, dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê cihê fikaran e.

Ortagûs ji çapemeniyê re axivî û got, "Dûrxistina hilbijartiyan û bicihkirina nehilbijartiyan li şûna wan timî cihê fikaran e."

Ortagûs destnîşan kir ku ew alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û xweşbînî bê çareserkirin.

Ortagûs got, "Em hêvî dikin ku Tirkiye li gorî pîvana demokrasiyê vê meseleyê çareser bike û bi Kurdan re di têkiliya xwe de her tim bi xweşbînî nêzîk bibe."


Mijarên Din