DYA’yê: Derbeyên hewayî yên hêzên rejîmê û Rûsyayê, nakokiyan zêde dikin

Wezareta Karên Derve yên DYA’yê bi bîr xist ku ew hê jî der barê bombebaranên hewayî yên ku Rûsya û rejîma Sûriyê li bakur rojavayê Sûriyê pêk tînin de, ne rihet e û pêşbîn dike ku asta şerekî tund a bêarmanc bilind dike.

Berdevka wezaretê Morgan Ortagos raber kir ku êrîşên bêser û ber li dijî sivîlan û binesaziya giştî; weke dibistan, sûk û nexweşxaneyan, bilindbûna şerê bêarmanc e û nayê pejirandin. Her wiha bang li bidawîkirina tundiyê kir.

Piranî topbaranên hewayî yên hêzên rejîma Sûriyê yên bi piştevaniya Rûsyayê tên kirin li ser başurê parêzgeha Idlibê û bejahiya bakurê Hemayê ne û di encamê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî koçber bûn.

(fr)


Mijarên Din

Li Raî teqîn