DYA‘yê gef li Şamê xwar: Bikaranîna çekên kîmyewî wê bê bersiv nemîne

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got, Washington êdî teqez bûye ku Şamê di meha Gulana borî de li dijî herêma Xan Şeyxûn a li Idlibê çekên kîmyawî bi kar aniye û anî ziman ku ev yek dê bê bersiv nemîne.

Pompeo got, Rejîma Sûriyê bi rastî di 19`ê Gulanê de çekên kîmyawî bi kar anîne û rejîma El-Esed gaza kilor di çalakiyên leşkerî de li bakur rojavayê Sûriyê tam li Idlibê bi kar aniye.

Pompeo wiha gef li rejîmê xwar: "Em bi kesên ku mîna wan tiştên kirêt vedişêrin  nermiyê bi kar nînin."

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Orgutus di hema Gulanê de di daxuyaniyekê de girêdayî êrîşa li ser Idlibê gotibû: "DYA`yê agahiyên girêdayî bûyerê kom dike. "

Morgan Orgutus soza bersîva bi lez û guncew ji hêla Amerêkayê ve da eger bikaranîna madeyên qedexekirî di êrîşê de hate isbatkirin.

Rûsya ya hevalbendê Rejîma El-Esed wê demê gefên Amerîka red kirin û wê bi hemleya berovajîkirinê wesifand ku dixwaze bi rêya wê hewl bide sûc bixe stûyê aliyên din.

(şx)


Mijarên Din