DYA’yê hişyarî da balafirên di ser Kendavê re difirin

Rêveberiya Balafiran a Federal a DYA’yê hişyarî da xetên esmanî yên bazirganiyê yên DYA`yê ku dema balafir di ser berava Kendavê û Kendava Omanê re diçin, baldar bin.

Reutersê ragihand ku rêveberiyê di hişyariyê de diyar kiriye ku ev gav di demekê de ku çalakiyên leşkerî û nakokiyên siyasî li herêmê bilind dibin, pêk tê. Ev yek jî dibe sedema xetereyeke mezin li ser balafirên sivîl ên Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê (DYA).

Di demên dawîn de ji ber metirsiyên bilindbûna nakokiyên DYA û Îranê, alozî zêde bûye.

 (jo)

 


Mijarên Din