​​​​​​​DYA’yê ji Tirkiye û Rûsyayê daxwaza rawestandina tevgera wan li Lîbyayê kir

DYA’yê îro ragihand ku li dijî êrişên leşkerî yên li Lîbyayê ye, her wiha ji Rûsya û dewleta Tirk xwest ku tevgerên xwe li Lîbyayê rawestînin.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman got: "DYA li dijî êrişên leşkerî yên li wê herêmê ye. Me ji tevahî aliyên ku li wir tev digerin (Rûsya, Tirkiye) xwest ku xebatên xwe rawestînin."

Tevî bangên lez ên NY’yê û rêxistinên mirovî ji bo agirbestê ku li hember pandemiya Koronavîrusê bisekinin jî, di çend hefteyên borî de şer li tevahî eniyên rojavayê Lîbyayê dijwar bû.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar di hefteya borî de diyar kir ku dê destwerdanana li Lîbyayê bidomînin, pêşketinên dawîn li Lîbya û guhartina hevsengiyên şer li rojavayê welêt bi piştevaniya Enqereyê ya ji hêzên hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayiz El-Sîrac re, pêk hatin.


Mijarên Din