DYA’yê keştiya petrolê ya Îranê xiste lîsteya reş

Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê ragihand ku keştiya petrolê ya Îranê ‘Adrian Darya 1’ xistiye lîsteya reş û dê ceza li kaptanê wê ferz bike.

Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku tîma keştiya Îranê ya bi navê Adrian Darya 1 rêgeha xwe guherand û ber bi Îskenderona Tirkiyê ve diçe. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî diyar kir ku keştiya petrolê ya Îranê ber bi Lubnanê ve diçe.

Wezîrê darayî yê Lubnanê Alî Hesen Xelîl tekez kir ku agahiya Lubnanê ji rêgeha keştiya Îranê, ber bi benderên Lubanê ve tune ye û wiha got: "Agahiya Lubnanê ji rêgeha keştiya Îranê ya petrolê tune ye."

Kanala El-Hura jî ragihand ku Wezareta Gencîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê got: "Keştiya Adrian Darya 1 li gorî benda 13224’an ku têkildarî terorîst û kesên destekê ji terorîstan werdigirin, hate rawestandin û dê ceza li kaptanê wê Akhilesh Kumar li gorî heman madeyê were birîn."

Wezaretê diyar kir ku keştiya petrolê nêzî 2.1 milyon bermîlên petrola Îranê hilgirtiye û ev jî Artêşa Pasdaran a Îranê ku ji aliyê DYA`yê ve di lîsteya terorê de ye, sûdê jê werdigirin.

Wekîlê Wezareta Gencîneyê yê Kar û Barên Terorîst û Îstixbaratên Darayî Segal Mandelker got: "Keştiyên wekî Adrian Darya 1 derfetê didin Pasdarên Îranê ku bi petrolê ne yasayî destekê dide rejîma qirêjî û terorê belav bike."

Wekîl diyar kir ku kesê destekê bide Adrian Darya 1 dê rastî cezayan were, rêya rehetiyê di guhartina rêgehê û rê li pêşiya sûdwergirtina Pasdarên Îranê ji petrola ne yesayî ye.

Tê zanîn ku piştî Tehranê ragihand ku sotemeniyê  ji ber cezayên Yekitiya Ewropayê li ser Sûriyê heye dê radestî Sûriyê neke, desthilata Cebel Tariq keştî serbest berda.

(eh)


Mijarên Din