DYA‘yê li dijî gefên Îranê dê moşekên "Patriot" bişîne

Wezîrê Parastinê yê DYA‘yê bi Wekîlan Patrick Chanahan, piştî gefên Îranê, şandina moşekên "Patriot" ji bo Rojhilata Navîn erê kir.

Patrick Chanahan got, girîng e Îran fam bike ku her êrîşek li dijî berjewendiyên Amerîkayê dê were bersivandin û got: "Em li Rojhilata Navîn hene da ku şerê terorê bikin û ewlehiyê pêk bînin."

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê duh Pêncşemê ragihandibû ku piştî nîşaneyên hebûna xeteriyek rastîn a ji hêla hêzên Rejîma Îranê ve derketin wan 4 topavêjên stratejîk ji cûreya B52H gihaştine Rojhilata Navîn,

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû ku ew şerekî çekdar li dijî Îranê dûr naxin û banga danûstandinê li Rejîma Îranê kir da ku li ser peymenek nû ya nukleerî li hev bikin.

Fermandarê Pasdarên Îranê bersiva daxuyaniyên Trump dabû û gotibû, Tehran mûzakereyan bi Amerîkayê re çênake û got,"Washingotin cesaret nake şerekî leşkerî pêk bîne.


Mijarên Din