DYA’yê li Iraqê rewşa amadekariyê ragihand

Fermandariya Navendî ya DYA’yê îro ragihand ku ji ber gefên li ser hêzên DYA’yê yên li Iraqê yên ji aliyê Îranê ve, wan rewşa amadekariyê ragihandiye.

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêya daxuyaniyekê diyar kir ku fermandariya navendî bi hevkariya bi çalakiya Ezm El-Sabit, asta hemû hêzên beşdarî çalakiyên li Iraq û Sûriyê dibin, bilind kiriye.

Fermandariyê di daxuyaniyê de wiha got: "Çalakî di asta herî bilind de ye, em ji nêz ve çavdêriya gefên li hember hêzên DYA’yê yên li Iraqê dikin."

Di demên dawîn de, gef di navbera DYA û Îranê de zêdetir bûn, ew yek jî piştî ku DYA’yê ceza li Tehranê ferz kir, pêk hat.

(jo)


Mijarên Din