DYA’yê muzekereya girtina keştiya Îranê da

DYA`yê îro biryara kontrol û girtina keştiya Îranê ‘Grace 1’ da. Hikumeta Cebel Tariqê keştiya Îranê li Deryaya Spî girtibû.

Hikumeta Cebel Tariq a Brîtanyayê li Deryaya Spî roja pêncşemê biryara serbestberdana keştiya Îranê ‘Grace 1’ dabû û got dema amade bibe, bila biçe lê DYA`yê muzakereya girtina wê ragihand.

Keştiya Îranê zêdetirî 2 milyon bermîlên petrola Îranê ya sivik hilgirtibû û ji ber fikara ku cezayên Yekitiya Ewropayê ya der heqê Sûriyê binpê kiriye, hate girtin.

Naveroka biryara DYA’yê wiha ye; keştî û hemû barê neftê, her wiha ji binpêkirina zagona awarteya aboriya navdewletî, xapandina xurdekirinê, spîkirina pereyan û li gorî terorê rewşa desteserkirinê, 995 hezar dolar tê desteserkirin.

Hikumeta Cebel Tariqê diyar kir ku Tehranê soz da ku ew ê sotemeniyê radestî safoka petrola Sûriyê, serokwezîrê Cebel Tariqê jî ragihandibû ku keştiya Îranê kengî amade bibe, dikare biçe.

Televîzyona Îranê bi bîr xist ku al û navê keştiyê hatin guhartin, her wiha niha jî ji bo keştîvaniya li Deryaya Spî amadekarî têne kirin, di heman demê de Wezareta Karê Derve ya Îranê  tekez kir ku Tehran garantiya çûyîna Sûriyê neda.

Keştiya Îranê dema hate girtin, ala Binma hilgirtibû, lê Binma di demên derbasbûyî  got ji ber beşdariya destekdayîna ji terorê re, ew ê ji beriya çend mehan ve tomarkirina keştiyê di arşîvên berê de xelas kiribû.

(eh)


Mijarên Din