DYA’yê însiyatîfek ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê pêşkêş kir

DYA`yê ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê însiyatîfek pêşkêşî Parlamentoya Lîbyayê kir. Însiyatîf ji 3 xalan pêk tê, ew jî wiha ne; avakirina herêmek bêçek, ji nû ve belavkirina berhemên binerd û vekişîna çeteyan ji Lîbyayê.

Balyozê Amerîkayê li Qahîreyê Jonathan Cohen di hevdîtina bi serokê parlemantoya Lîbyayê Aqîle Salih de li Qahîreyê nameyek radestî wî kir. Şêwirmendê ragihandinê yê serokê Parlemantoya Lîbyayê Fethî El-Mirîmî got Salih bi Jonathan Cohen deteyên însiyatêfa çareseriyê nîqaş kirine û pêwîstiya belavkirina adil a berhemên binerd piştrast kiriye.

Çavkaniyên siyasî yên Lîbyayê ji rojnameya El-Beyan re bi bîr xist ku Washington dixwaze herêma bêçek li xeta Sirt, Cefra û herêma kevana petrolê were avakirin bi şêwazekê ku petrola Lîbyayê careke din bigihêje sûkên cîhanê.

Li aliyekî din dewleta Tirk veguhestina bi hezaran çeteyên Sûriyê û biyaniyan ji Lîbyayê re û komkirina hêzên xwe didomîne, da ku zeviyên petrolê li Sirte û Cefrayê kontrol bike û Misirê ev yek wek xeteke sor ragihandibû.

(şx)


Mijarên Din