DYA’yê perwerdekirina pîlotên Tirkiyê rawestand

Berpirsên Washingtonê got DYA`yê biryar da ku êdî pîlotên Tirk ku dihat payîn wan li DYA’yê pêşwazî bike da ku wan li ser balafirên F-35 perwerde bike, qebûl neke.

Tirkiye û DYA ku her du hevkarên NATO`yê ne, ev çend meh e ketine nav nakokiyan. Li gorî ku Skynewsê ragihand, ew yek ji ber daxwaza Tirkiyê ji kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400’an a Rûsyayê ku bi wê yekê Washington dibîne gef li ser balafirên F-35 çêdike û Tirkiye dixwaze wê jî bikire, pêk tê.

DYA dibêje ku Tirkiye nikare sîstema S-400 û balafirên F-35 bistîne, lê wê heta niha tu gavên rawestandina perwerdekirina pîlotên Tirkiyê negirtin.

2 berpirsên DYA’yê ji Reutersê re axivîn û nexwest navên xwe eşkere bikin, deriyê ji nû ve guhertina biryarê vekirî hişt, ew yek eger Tirkiyê planên xwe biguherîne.

Her duyan got biryar heta niha pêk nehatiye, ew ê koma din ji pîlotên Tirkiyê û tîmên sererastkirinê yên Tirkiyê ku car caran tên DYA`yê, pêk bînin.

Her wiha çavkaniyan bi bîr xist ku hîna tu biryarên fermî ji bo rawestandina perwerdeya pîlotên Tirkiyê û tîmên sererastkirinê li baregeha Look a esmanî li Arîzonayê, pêk nehatiye, tevî ku Reuetersê diyar kir ku ev gav cidî ye.

(jo)


Mijarên Din