DYA’yê Tirkiye ji lîsteya F-35’an derxist

Komîteya Hêzên Çekdar a Kongreya DYA’yê niyeta kirîna 94 balafirên F-35 ku kargeha Lockheed Martin çêdike, kifş kir û her wiha jî navê Tirkiyê ji hevkariya kirîna balafiran hate rakirin.

Roja pêncşemê Komîteya Hêzên Çekdar a Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) perdeya rêşnivîsa projeya taybet a lêçûna parastinê ya sala 2020’an ku bi rêjeya 750 milyar dolar e, kifş kir.

Naveroka lêçûnê ew e ku hiştina DYA’yê ya kirîna balafirên F-35 ku Kargeha Lockheed Martin çêdike û bidawîkirina hevkariya rasteqîn bi Tirkiyê re di vê projeyê de heke Enqere di plana kirîna sîstema parastinê hewayî ya Rûsyayê israr kir.

Serokê DYA’yê Donlad Trump di Adarê de 750 milyar dolar ji Wezareta Parastinê xwestiye. Ev lêçûn jî ji bo budçekirina pereyan a çêkirina keştî û kirîna balafiran in.

Dê Komîteya Hêzên Çekdar a Kongreya DYA’yê ku Partiya Demokrat serweriya wê dike, di çend hefteyên pêş de kopiya ji qanûnên taybetmendiyên parastina nîştimanî ya ku divê li ser bê lihevkirin di navbera wan û projeya kongreyê ku Komarî serweriya wê dikin, eşkere bike. Ew jî divê beriya biryardayînê bi awayekî qanûnî be.

Li gorî rawabûnê, pêkan e Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentegon) balafirên F-35 bi hejmara 94 balafiran ku bi navê Şebeh tê nasîn, bikire. Li rexê jî navê Tirkiyê ji hevkariya navdewletî ya avakirina nifşa 5’emîn ji van balafiran hate rakirin. Her wiha rewa ye ku yekîneyeke sîstema cuda ya hêzên asîmanî bê avakirin ku tenê ji bo hewayê DYA’yê be.

(fr)


Mijarên Din