Ebû Azm : Berisva li hemberî şerê taybet neteweya demokratîk e

Rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê taybet ê li dijî gelên herêmê de, teknolojiye bi kar tîne û got: “Neteweya demokratîk bersiva li hemberî vî şerî ye.”

Bêhêvîkirin û afirandina ji xwe bêbaweriyê siyaseteke stratejîk e ku dewletên kapîtalîst di şerê xwe yê taybet ê li dijî gelan, bikar tînin. Her wiha hewl didin nakokiyan kûr bikin û şerekî navxweyî biafirînin.

Armanca bingehîn a şerê taybet ew e ku hişmendî û hestyariya civakê kontrol bikin, fikarên gel li hember xwe, şoreşê û rêveberiyê çêbikin.

Dewleta Tirk ji bo pêkanîna plan û ajnîdeyên xwe rêbezê şerekî taybet bi kar tîne. Ji xwe xwezaya rejîma wê xwe dispêre derew, propogendayên sorkirinê, tundî û tirsandinê.

'JI BO ŞERÊ TAYBET TENOLOJIYÊ BIKAR TÎNE’

Rêvebirê Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Hesekê Abdullah Ebû Azm got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, kiryarên hovane pêk tîne.  

Dewleta Tirk a dagirker rêbazên nû di şer de bi kar tîne, da ku hemû qadan ve kontrol bike. Di aliyê piskolojîk, zanist û teknolojik de şer dide meşandin. Bi awayekî yekser û neyekser hewl dide ku biratiya gelan û bîrdoziya neteweya demokratîk a li herêmê hilweşîne. Ji ber zextên xwe yên hundurîn, ew dixebite ku xuyanga herêmê xirab bike, pevçûnên mezhebî biafirîne û di nav hemû pêkhateyan de nakokiyê derxîne."

Ebû Azm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya propagandeyan şerê taybet li ser civakan dimeşîne, da ku hejmareke mezin ji şêniyan ber xwe ve bîne, civakê nezan û bi hizireke taybet bihêle.

'ZANEBÛN JI BO RAWESTANDINA ŞERÊ TAYBET BINGEHEK E'

Ebû Azm diyar kir ku divê hemû gelên herêmê û akademîsyen hişyar bikin, da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û wiha got: "Divê xeta neteweya demokratîk bişopînin û bi awayekî dirust nas bikin. Da ku em civakê zane bikin. Ji ber ku zanist bingeha sekna li hember dewleta Tirk a dagirker e. Berxwedana li hember şerê taybet ne tenê bi şerê bi çekan e. Ji ber ku şerê taybet di hundir dijmin de veşartî ye û divê ku em bi fikirê xwe li hember wê bisekinin. Divê akademisyen di nav civakê de van fikiran belav bikin, wê bide nasîn û tedbîrên çareseriyên ku divê bên girtin ji wan re bidin xuyakirin."

Abdullah Ebû Azm di dawiyê axafitina xwe de bang li civakê kir ku tev li akademiyên îdeolojîk bibin da ku guhertineke fikirî û siyasî di civakî de çêbikin û li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine.

(rm)

ANHA 


Mijarên Din