Ebû Cûma: Dagirkeriya Tirkiyê ji  aloziya li Babê sûdê digire

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê ku aloziyê li bajarê Babê ya dagirkirî diafirîne yê destpêkê ye ku ji aloziyê sûd digire. Ebû Cuma anî ziman ku dê têkoşîna xwe dewam bikin heta hemû herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, rizgar bikin.

Li bajarê Babê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkir nakokî di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê  de ji aliyekî ve û di navbera çeteyan û malbatekê de ji aliyekî din de zêde bûn. Di heman demê de pirê caran teqîn rû didin.

Li ser mijarê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Ebû Cuma di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di herdu rojên derbasbûyî de li bajarê Babê di navbera çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê û sivîlan de şer derket bêyî ku sedemên vê şer were zanîn, li aliyekî din ji rêzeteqîn rû dan di encamê de sivîlek bi navê Mustefa Şawiyê û çeteyek hatin kuştin, her wiha hejmarek kes birîndar bûn.

Ebû Cuma anî ziman ku sedemê sereke yê aloziyê nakokiyên di navbera komên çete yê dagirkeriya Tirkyê de û got, aloziya li gelemperiya herêmên dagirkirî lez dide xebatên guhertina demografîk li herêmê.

Cemal Ebû Cuma di berdewama axaftinên xwe de diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê yê destpêkê ye ku ji aloziya li bajarê Babê û hemû herêmên dagirkirî sûdê digire û wiha pê de çû: "Tirkiyê li aliyekî destekê dide komên çete yên Tirkmen û li aliyekî din jî dixwaze bi hinceta ku herêmê ne ewle ye hebûna xwe mayînde bike. Yê ku aloziya li bajar û gundewarên Idlibê derdixîne Tirkiyê bi xwe ye."

Ebû Cuma di nava axaftinên xwe de raber kir ku xelkên bajar û gundewarê Babê dagirkeriya Tirkiyê qabûl nakin û got, ew Meclisa Leşkerî ya Babê dê têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkerî dewam bikin.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî ya cîhanî kirk u sûcên li herêmên dagirkirî bibînin û li hemberî hebûna Tirkiyê li Sûriyê helwest nîşan bide.

ANHA


Mijarên Din