Ebû El-Erac: Eger Tirkiye lihevkirinan neîne cih dê Idlibê winda bike

Cîgirê fermendarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan diyar kir ku eger Tirkiye peymanên xwe yên bi Îran û Rûsyayê re neîne cih, dê Idlibê winda bike.

Li eniyên ji bakurê gundewarê Hemayê heya bighêje başûrê gundewarê Idlibê şer di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê de rû didin. Ev şer di dema lidarketina Astana 13 de gurtir bûn.

Girêdayî mijarê cîgirê fermendarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan ê ku bi navê Ebû El-Erac tê naskirin got: “Encamên Astana 13 gelek şermokin. Encamê de komkujî li  gund, bajarok, bajarên Hema û Idlibê rû didin û herî dawîn şer li Xan Şeyxon rû dan.

El-Sultan diyar kir ku bi texmîna wî derdora nîv milyon kes ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve koçber bûne û wiha pê de çû: “Başûrê gundewarê Idlibê êdî bi temamî ji şêniyan vala bûye, ji ber ku gund û bajarokên wan ji ber topbarana hewayî ya dijwar wêran bûne.”

Ebû El-Erac  balkişand ser daxuyaniyên bi navê “dewletên misogerker” têne binavkirin (Rûsya, Tirkiyê û Îranê) ên li dijî hev du kir û got: "Bi rêya wan daxuyaniyan lihevkirinên xwe yên veşartî dinuxmînin. Bûyerên ku li başûrê gundewarê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê rû didin, li ser wê li Astanayê hatiye lihevkirin. Tu nakokî di navbera dewletên misogerker de girêdayî bûyerên rû dane û dê di pêşerojê de rû bidin,  tune ye."

Ebû El-Erac texmîn kir ku armanca Tirkiyê ji avakirina nuqteyên çavdêriyê yên nû ew e ku rê li pêşiya êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê veke.  Ebû El- Erac got: “Bi vê yekê plana radestkirina rêya Heleb-Lazîqiye ji rejîma Sûriyê û Rûsyayê re temam dibe. Eger Tirkiye planên xwe li gorî dema ku hatuiye diyarkirin pêk neîne, wê Idlibê winda bike."

Her wiha Ebû El-Erac tekez kir ku şer li Sûriyê tenê bi rêgirtina li pêşiya derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re bi dawî dibe û wiha domand: "Madem sînor vekirine, derbasbûna çeteyan ji Sûriyê wê berdewam bike. Divê çavkaniyên yên wan çeteyên biyanî werin zûhakirin û tevahiya deriyên bejahî, asmanî û deryayî bêne girtin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyên biyanî ji Sûriyê were girtin."

Di dawiyê de El-Erac diyar kir ku Astana 14 dê ji civînên berê xedartir be û bang li şêniyan kir bikevin ferqa komployên ku di Astanayê de têne plankirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din