Ebû Erac: Rejîm dixwaze vekişîna Tirkiyê rewa bike

Cîgirê Fermandariya Giştî yê hêzên Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sûltan "Ebû Erac" girêdayî nakokiyên dewletan li ser parêzgeha Idlibê axivî û got: “Rejîma Sûriyên derbên girina li nuqteyên Tirkiyê dixe. Hedefkirina nuqteyên çavdêriyê ji bo ku Tirkiyê vekişandina xwe ya ji nuqteyên çavdêriyê di çarçoveya lihevkirineke veşartî de rewa bike ne."

Civînên navdewletî yên qaşo bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê, bi taybet tore civînên li Astanayê roleke mezin di meşandina planên li ser herêmên Sûriyê de lîstin. Lê dosyaya Idlibê ji dozên herî bi girêk û tevliheve di aloziya Sûriyê de. Girêdayî wê jî hêzên navdewletî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe tevlihev bûne, êdî nikarin planên xwe yên di Rojhilata Navîn a nû de biguherînin.

Girêdayî mijara Idlibê û nakokiyên navdewletî li ser berjewendiyan, cigirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sulatn "Ebû Erac" nirxanên xwe ji me re parve kirin.

Ebû Erac, îşaret bi komên çekdar û çeteyên ji hemû deverên Sûriyê li Idlibê kom bûne kir û Idlib şiband Sûriyeyek biçûk.

Ebû Erac destnîşan kir ku Rûsya û Îran li kêleka rejîma Sûriyê beşdarî êrîşên li ser Idlibê bûne û Idlibê wekî kaxeza dawî ya aloziya Sûriyê dibînin. Ebû Erac got: “Rûsya bi hemû awayî hewl dide Idlibê kontrol bike. Zehmete rejîma Sûriyê û aliyên hevkarê wê li Idlibê serwer bin.”

Ebû Erac got: “Dewletên derve yên ku destwerdana Sûriyê dikin, Sûriye kirine qada şer. Da ku nexşeya Rojhilata Navîn a nû xêz bikin. Bi taybet helwest û daxuyaniyên bi nakok ên ji aliyê Tirkiyê ve tên. Yanî  di encam de gelê Sûriyê berdêla şerên dewletan dide.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ebû Erac li ser nuqteyên çavdêriyê yên Tikrkiyê ku li Idlibê bi hinceta kêmkirina şer avakirine axivî û got: “Di demên dawî de wan nuqteyan gelek derbên giran ji rejîma Sûriyê xwarine. Rejîm û çeteyên li herêmê li ser vê yekê hevdu hewanbar dikin. Mijara nuqteyên çavdêriyê û hevdû tewanbarkirîn plankirî ye. Mijara hedefkirina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê girêdayî nepêkanîna Tirkiyê ya sozên xwe yên di çarçoveya lihevkirinên Astana de bi Rûsya û Îranê re ye. Li gorî lihevkirina li Astanayê de rêya Şam – Heleb, Laziqiya – Helebê radestî Rûsya û rejîma Sûriyê were kirin. Hedefkirina nuqteyên çavdêriyê ji bo ku Tirkiyê vekişandina xwe ya ji nuqteyên çavdêriyê di çarçoveya lihevkirineke veşartî de rewa bike."

Li gorî Ebû Erac, îmzekirina peymana agirbestê ya piştî şerê di navbera komên çete de, li parêzgeha Idlibê dê pêvajoyeke nû rû bide, dibe ku planek ji bo destekdayîna komên îslamî hebe.

Derbarê kerwanên leşkerên Tirkiyê yên derbasî xaka Sûriyê dibin, Ebû Erac got: “Ev kerwan bi mîsyona nuqteyên çavdêriyê tên şandina Sûriyê. Nuqteyên çavdêriyê qaşo ji bo kêmkirina şer hatine avakirin, lê şer ranewestiya û pêşketinên rêjîma Sûriyê bi sînor nekir. Di heman demê de êrîşên roketan qedexe nekir. Mîsyona kerwanên leşkerî heman mîsyona nuqteyên çavdêriyê ne.”

Ebû Erac da xuya kirin ku her kesê di nav komên çekdar û komên çeteyan de banga yekitiyê dike, da ku pêşveçûna rejîma Sûriyê bigre, ew dizanin wê Tirkiyê dev ji wan berde. Ebû Erac got: “Lê nikarin tu biryaran bigirin. Fermandarên çeteyan tiştê ku dewletên piştgiriya wan dikin, pêk tînin. Idlib bûye Baxoza duyemîn. Ew bûye navenda kombûna terorê.”

Ebû Erac destnîşan kir ku rewşên koçberiyê yên bizorê li gelek herêmên Sûriyê rû didin, di nav de Humis, Xûta û gelek herêmên din ku ji ber hevpeymanên navnetewî hatin koçber kirin piraniya wan koçî Idlibê kirin. Ebû Erac got : “Lê eger rejîma Sûriyê li Idlibê serwer be, ew ê şêniyên wê û kesên koçî wir kirin, bi kuda biçin? Taybet ku Tirkiriyê sîron li aliyê xwe girt.”

‘Dû bijarek hene, an mirin an mirin’

Ebû Erac da zanîn ku şêniyên Idlibê û kesên koçî wir kirin li pêşiya du bijarekanin, an mirin an jî mirin û got: “Ne dûre ku Rejîm Idlibê kontrol bike. Ew ê hin parçeyên ji Idlibê kontrol bike, da ku rê bide çeteyan hîna şer bikin û gelek ji wan komên çekdar û çeteyan dawî bikin.”

Ebû Erac bal kişand ser rewşa şêniyên li herêmên gundewarên Idlib û Hemayê û wiha got: “Ji ber êrîşan koçberî Idlibê bûne. Li erdê radizin. Her wiha tu rêxistinên alîkariyê kamp ji bo wan venekirine. Nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin. Tevî wê yekê jî rejîma Sûriyê tu herêm nehişt ku bombebaran nekir. Lê şênî ji cihekî diçin cihekî ewletir.”

Ebû Erac teqez kir ku Idlib deriyê îstiqrarê li Sûriyê ye û wiha got: “Bi hebûna çekdarên ji 50 nasnameyên dewletên cîhanê çareserî ne pêkan e. Eger em aramiyê bixwazin divê em planekê deynin ku karibin van çeteyan ji Idlibê û tevahî Idlibê derxînin. Rûdanên li bajarê Idlibê çêdibin, ji kuştin û rûxandinê encamên hebûna Tirkiyê ye.”

 Ebû Erac rastiya Tirkiyê ku dewleta misogerker e pirs kir û wiha got: "Çima Tirkiyê misogerker  e? Ji bo parastina sivîlan an jî ji bo parastina binesaziyê, dibistanan û nexweşxaneyan e?"

Di dawiya axaftina xwe de Ebû Erac diyar kir ku divê gel zanibe ku projeya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ji projeyên çeteyên DAIŞ`ê ne cûda ye, ku ji sedî 50 xaka Sûriyê kontrol kiribûn. Ebû Erac got, rêya rawestandina van planan, yekbûna gel a li dijî van êrîşan e.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din