Ebas amade ye ku bi Netanyahu re hevdîtinê pêk bîne

Wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad Malikî got serokê hikumeta Filistînê Mehmûd Ebas amade ye ku bi serokê hikumeta Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de li Difa Rojhilat 8 filistînî girtin.

Wezîrê karên derve yê Filistînê Riyad Malikî diyar kir ku serokê hikumeta Filistînê Mehmûd Ebas (Ebû Mazin) amade ye ku bi serokê hikumeta Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re hevdîtinê pêk bîne.

Malikî ji Spûtnîkê re diyar kir ku Ebas amade ye li Moskovê bi Benyamîn Netanyahû re bicive û wiha got: "Dibe ku ev hevdîtin pêk were dema ku Rûsya vê yekê erê bike û hemû aliyan li Moskoyê kom bike."

Malikî tekez kir ku helwesta fermî ya Filistînê ‘Peymana Sedsalê’ red dike, ji ber ku ne adil e û mafê filistîniyan paşguh dike.

Ji aliyekî din ve artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de di encama hemleyeke girtinê de li herêmên cuda yên Difa Rojhilat, 8 filistînî girtin. Nûçegihanê me li gorî çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê girt ser malên filistîniyan, tevlihevî di mal û milkên wan de çêkirin û 8 filistînî girtin. Her wiha çapemeniya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê kesên ku çalakiyên li dijî artêşa Îsraîlê pêk anîne, girtine.

(bx)

ANHA


Mijarên Din