Di postekê de li ser hesabê xwe li ser Twitterê Mezlûm Ebdî teqez kir ku Tirkiyê posta ku bi zimanê kurdî ji hêla Koalîyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ve belav bûye tehemûl nekir. Post ji bo pîrozkirina şervanên jin ên Kurd bi metelûkek Kurdî û wekheviya di navbera mêr û jin de teqez dikir, bû.
Ebdî wiha domand: "Ev dijminahiya Tirkiyê ne tenê li dijî YPG`ê ye lê belê li hember hebûna gelê Kurd li Sûriyê ye."
Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê li ser hesabê xwe li ser Twitterê wêneyên şervanên jin ên YPJ`ê û metelokek bi zimanê Kurdî ku behsa cesareta şervanên jin ên Kurd û wekheviya di navbera jin û mêr de dike belav kiribû.
(şx)
ANHA