Ebdî hişyarî ji hevkariya NY‘yê ya bi siyasetên qirkirinê re da

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî hişyarî da ku NY‘ê bi siyasetên qirkirinê ku Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike re bibe hevkar.

Gotinên Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî piştî daxuyaniya Sekretêrê Giştî yê NY‘yê Antoine Guterres ên têkildarî îhtîmala avakirina komîteyek lêkolînkirina pêşnûmeya Tirkiyê ya avakirina jingehan ji çeteyan û malbatên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin.

Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got: "Di pêvajoyeke pir xeter de, Tirkiyê hewl dide di bin siwana qanûnên navdewletî de siyasêtn qirkirina û paqijiya etnîkî li Bakurê Sûriyê pêk bîne.

Daxuyaniyê birêz Guterres ên têkildarî îhtîmala avakirina komîteyek lêkolînkirina pêşnûmeya Tirkiyê ya avakirina jingehan li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, tê wateya hevkariyeke xeter ji aliyê NY‘yê ve bi siyaetên qirkirinê re.

Erka Neteweyên Yekbûyî parastina sivîlên herêmî ne ku beşdarî projeyên qirkirinê bibe."


Mijarên Din