Ebdulkerîm: Em hewl didin deriyên diyalogê bi tevahiya aliyan re vekin

Berpirsek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyar kir ku ew hewl didin diyalogê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bikin. Her wiha destnîşan kir ku pêşniyek heye ku divê partî tev li danûstandinên Cinevê bibe û nêrîna gelên Sûriyê ragihîne qadên navneteweyî.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo re lidar xist. Civîn li Kluba El-Siyahî bi armanc şîrovekirina kar û erkên partiyê lidar ket.

Di civînê de berpirsê Buroya Birêxistinkirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Muaz Ebdulkerîm axivî û diyar kir ku partiyê gelek hevdîtin bi dewletên Ereb û biyanî re bi armanca vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê çêkirine. Bi hêzên sûrî re nîqaş kirine û pêwîstiya runiştina li ser masaya diyaloga niştîmanî teqez kirine.

Ebdulkerîm destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bawer dike ku aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkane.

Ebdulkerîm eşkere kir ku partiyê di hefteya derbasbûyî de bi şaneyek rûsî re hatine ba hev. Ebdulkerîm destnîşan kir ku Rûsya deriyê diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de vekir û got: "Me daxwazên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşniyar û nêrîna xwe ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji şandeya Rûsî re pêşkêş kirin."

Ebdulkerîm destnîşan kir ku tê payîn şandeyê serokê Amerîkayê James Jeffrey di hefteya bê de serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Ebdulkerîm behsa binpêkirinên Tirkiyê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Pêşeorjê ya Sûriyê yekitiya pêkhateyan û hevgirtina wan bi Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re dike hedef û wiha domand: "Ji ber ku dewleta Tirk siyaseta afirandina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de û cudakirina wan dimeşîne."

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 12`ê Cotmeha 2019`an de arabeya sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hefrîn Xelef li ser rêya navneteweyî M4 kir hedef. Di encamê de birîndar dibe, wê îşkence dikin û darve dikin.

Piştre deriyê nîqaş, pirsan û pêşniyaran ji beşdaran re hate vekirin. Ji aliyê xwe ve Ebdulkerîm bersîva pirsên beşdaran girêdayî rola partiyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de û hewldanên wê da. Ebdulkerîm destnîşan kir ku pêşniyarek heye ew ku divê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tev li danûstandinên Cinevê bibe û nêrînên gelê Sûriyê ragihîne qadên navneteweyî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din