Ebdulkerîm Omer: Rapora NY’yê giring e lê divê biryarên kartêker bidin

Ebdulkerîm Omer got: "Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê binpêkirinên li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine de girîng e lê têrê nake, pêwîstiya wê bi biryarên Konseya Ewlekariyê heye da ku sûcdaran van binpêkirinên û alîgirên wan dadgeh bikin.

Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî der barê Sûriyê de, raporek berfireh têkildarî binpêkirinên li herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine amade kir û ev binpêkirinên bi sûcên şer bi nav kir.

Di raporê de, behsa sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li Efrîn û Serêkaniyê pêk anîne dike.

'DIVÊ RAPOR ZELALTIR BE'

Têkildarî mijarê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer rapor bi "Girîng û avakir" bi nav kir.

Omer got: "Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê ya derbarê binpêkirinên  Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku komeke radîkal îslamî û girêdayî Tirkiyê ye girîng e, binpêkirinên ji kuştin, êşkencekirin, revandin, destdirêjî, guhertina demografî, desteserkirina milkên sivîlan û şantajîkirin belge dike."

Omer destnîşan kir ku divê helwesta komîsyonê ya li hemberî dewleta Tirk zelaltir be, ji ber ku ev komên çete girêdayî wê ne û hemû efserên Tirk hemû binpêkirinan û lêpirsînan bi girtiyan, sûcên şer ên li dijî sivîlan dizanin, her weha Tirkiye jî girtîyan sewqî girtîgehên li xaka Tirkiyê dike.

'DIVÊ SÛCDAR WERIN DADGEHKIRIN'

Omer destnîşan kir ku divê civaka navnetewî û dadgeha navnetewî û aliyên têkildar guhê xwe bidin vê raporê. Di raporê de sûcên şer ên li herêmên dagirkirî tên belgekirin, bi taybet sûcên qetilkirinê mîna qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef a rêvebera Partiya Sûriya Pêşerojê. Dadgehên navnetewî dikarin mudaxele bikin û kesên ku binpêkirin kirine dadgeh bikin.

Ev rapor, di demên pêş de, dema ku aloziya Sûriyê çareser bû û dadgeh hatin avakirin, dê rê li pêşiya dadgehan veke ku van aliyan darizînin, ji ber kiryarên wan bi dîmen û wêne û şahidan hatine belgekirin.

'RAPOR NE LI GORÎ KU TÊ XWESTIN E'

Ebdulkerîm Omer got, rapor ne li gorî ku tê xwestin e û ne li gorî asta binpêkirinên ku artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan pêk tîne. Omer diyar kir ku rojane li herêmên dagirkirî binpêkirin têne kirin, cihên olî û çandî û dîrokî têne hedefkirin, ev binpêkirin li cem UNESCO’yê belge kirine, ev hemû sûcên şer in, divê NY der barê van binpêkirinan de biryarekê bigire.

Omer sedemên nederxistina biryarekê ji aliyê NY'yê ve spart berjewendiyên navdewletî û wiha pê de çû: "Em hemû dizanin ku sedemên nederxistina biryarekê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve çi ne. Sedem ajnîde û berjewendiyên navdewletî ne, ji ber vê em helwesteke diyar û zelal ji aliyê NY’ê û dewletên têkildarî aloziya Sûriyê çi dewletên Koalîsyonê be an dewletên din ên herêmê û navdewletî be nabînin."

Omer helwesta rêxistinên navdewletî ya li hemberî sûcên jinan rexne kir û wiha domand: "Komên radîkal ên girêdayî Tirkiyê li dijî jinan sûc pêk anîn û bi dijwarî jin kirin hedef, divê rêxistinên jinan ên navdewletî li hemberî van sûcan helwesteke diyar nîşan bidin."

'BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ DIHÊLE KU BINPÊKIRIN ZÊDETIR BIBIN'

Ebdulkerîm Omer diyar kir ku bêdengiya aliyên têkildarî aloziya Sûriyê û rêxistinên navdewletî  pêşî li zêdekirina sûc û binpêkirinên mafên mirovan vedike û wiha domand: "Heke Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî helwesteke diyar nîşan dabana wê rewş cûda bûye û wê bandor û zextê li Tirkiyê li herêmê dagirkirî hebaya. Ji ber ku Tirkiye bi rêya komên radîkal bi awayekî plankirî van binpêkirinan dike. Ev binpêkirinên li herêmên ku piraniya niştecihên wê Kurd in tên kirin da ku wan bide koçberkirin û malbatên din li şûna wan werin bicihkirin û demografiya herêmê biguhere."

Omer bi bîr xist ku li Efrînê Êzidî hebûn, hemû hatin koçberkirin, Tirkiyê bi armanca pêkanîna siyasetên xwe bi şêweyê plankirî van kiryaran pêk tîne.

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser van binpêkirinan belge dike û got: "Ji destpêkirina dagirkirina Tirkiyê li herêmê, komîteyên me yên belgekirinê, hemû binpêkirinan belge dike û wekî dosya amade dike da ku radestî hemû aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî û nûnerên dewletan ku bi rêya serdanên diplomatîk serdana herêmê dikin, bike."

Omer bi domdarî got, "Komîteyek ji parêzer û hiqûqnasan ên hundir û derve li ser van dosyayan disekinin da ku radestî aliyên hiqûqî û dadgehên navnetewî bike ji bo wan sûcdaran darizînin. Em hertim dixebitin da ku zextê li civaka navdewletî bi taybet DYA û Rûsyaya Federal û dewletên din bikin ji bo ku ew jî ji aliyê xwe ve zextê li Tirkiyê bike." 

Omer bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bîne û got: "Divê ev doz li dadgeha edaleta navnetewî werin nîqaşkirin. Ji ber ku ev binpêkirin li dijî mirovahiyê ye û ne li gorî belge û peymanên navdweletî ne, lê sûcên şer e divê sûcdar, palgerên wê û alîgirên wan bi taybet Tirkiye werin cezakirin."

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê axaftina xwe wiha bi dawî kir:  "Divê hemû aliyên navdewletî û herêmê zextê li Tirkiyê bike da ku binpêkirinên xwe rawestîne û komên xwe ji xaka Sûriyê derxîne."

ANHA

 


Mijarên Din