Ebîr Êliya: Bêdengiya navneteweyî destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Êliya komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî şêniyên gundê Aqîbê şermezar kir û got bêdengiya navneteweyî destekê dide dewleta Tirk a dagirker û derfetên pêkanîna komkujiyan li dijî gelên Sûriyê zêdetir dike. 

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî şêniyên gundê Aqîbê şermezar kir ku di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 3 kes jî birîndar bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/02/26/115522_103138_aldara-zatea-28129.jpg

Şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir. Di encamê de 3 kes ji malbatakê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Cenazeyên wan îro ji bin bermahiyan hatin derxistin.

Di vê derbarê de cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya got: "Dagirker kuştina sivîlan bê navber û bi şêwazên hovane, didomînin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku dagirkeriya xwe berfireh bikin da ku Împaratoriya Osmanî ji nû ve ava bikin. Ev yek di komkujiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kantona Efrînê de pêk tîne, diyar dibe."

Ebîr Êliya wiha berdewam kir: "Bi navê Rêveberiya Xweser em komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo sekinandina komkujiyan bikeve tevgerê û nehêle ku dewleta Tirk komkujiyên din pêk bîne."

Ebîr Êliya bêdengiya navnetweyî ya der barê van komkujiyan de şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya wan destekê dide dewleta Tirk ku dagirkeriya xwe bidomîne û komkujiyên din li dijî sivîlan pêk bîne.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî berbiçav bikeve tevgerê û komkujiyên ku li dijî gelê Sûriyê pêk tên, rawestîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din