Ednan El-Zirfî ji bo avakirina hikumeta Iraqê hat erkdarkirin

Serokê Iraqê Berhem Salih îro berpirsê Necefê yê berê Ednan El-Zirfî erkdar kir ku hikumeta Iraqê ava bike.

Serokê Iraqê Berhem Salih piştî binketina komîteya 7’an a ku ji 7 blokên şîî yên parlamentoyê pêk tê, der barê yekkirina navê sazkirina hikumetê de, îro Ednan El-Zirfî erkdar kir ku hikumetê saz bike.

Serokê hevbendiya ‘Saîrûn’ Nebîl El-Turfî duh ragihand ku komîteyê ji bo hilbijartina bernamzetê erkdarkirina avakirina hikumetê li hev nekiriye.

Erkdarkirina El-Zirfî piştî lêborîna serokwezîrê erkdarkirî Mihemed Tewfîq Elawî ya destpêka Adarê de der barê avakirina hikumetê de pêk hat. Her wiha Mihemed Tewfîq bang li gelê Iraqê kir ku xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam bikin ku kedên wê vala neçin.

El-Zirfî berê berpirsê rêveberiya berê li Iraqê ji 2003’yan ve bû, ew jî piştî Sedam Husên ji desthilatê hat rakirin. Her wiha niha serokatiya Itîlaf El-Nisir a parlamentoyê ku tê de serokwezîrê berê Heyder El-Ebadî hebû, dike.

(fr)


Mijarên Din