Efganistan: 14 endamên Talîbanê hatin kuştin

Di encama têkbirina êrişa tevgera Talîban ji aliyê hêzên Efganistanê ve li wîlayeta Belx a bakurê welêt de de 14 endamên Talîbanê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku di encama têkbirina êrişa tevgera Talîbanê li wîlayeta Belx a bakurê welêt de, 14 çekdarên Talîbanê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên asîmanî yên Efganistanê 2 komên Talîbanê ku plan dikir êrişî baregehên hêzên ewlekariyê bikin, hedef girtin û di encamê de gelek çekên Talîbanê û 2 cihên wan  hatin rûxandin. 

Tevî ku Talîbanê di dan û standinên li gel Washingtonê û hikumeta Efganistanê de tekez kir ku dê êrişan kêm bike jî, lê belê tundî hîna berdewam e. Çarşema borî, Wezareta Parastinê ragihandibû ku gelek deverên li herêma Helmend a başûrê Efganistanê ji endamên tevgera Talîbanê hatine rizgarkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku di hefteyekê de tevgera Talîbanê gelek êriş û çalakiyên tund ên din li 22 herêman pêk anîne.


Mijarên Din