‘Efrîn a me ye, ne ya dagirkeran e’

Bi rasthatina duyemîn salvegera êrişên artêşa Tirk li ser kantona Efrînê, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê bi yek dengî gotin, “Efrîn a me ye, ne ya dagirkeriyê ye”.

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên parêzgeha Helebê bi rasthatina salvegera duyemîn a êrişên arêtşa Tirk li dijî kantona Efrînê û bi slogana "Soz em ê Efrînê rizgar bikin û dê artêşa Tirk dewam neke, Efrîn a me ye" daketin qadan.

Bi hezaran xwepêşandan li pêşiya hola civînan a bi navê "Qebû Yasîn Yasîn" a li rojavayê taxê kom bûn.Xwepêşandarên alên YPG, YPJ, PYD, Kongreya Star, ciwanan rakirin.

Meş ji pêşiya hola civînan dest pê kir û sloganên "Bijî berxwedana Efrînê û Serdemê, bijî Efrînê azad, Tirkiyê derkeve derve, Efrîn a me ye ne ya dagirkeriyê Tirkiryê" berz kirin û şaxên zeytûnan û wêneyên zarokên komkujiya li dijî Efrînê pêk anîn rakirin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Destên xwe ji Rojava bikişîne, ey kujer Erdogan, komkujî û êrişên li dijî Efrînê berdewamiya komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."rakirin.

Meş ji kolanên taxê ber bi kolana sereke ya ku diçe rojhilatê taxê û qada Cibanat a aliyê rojhilat çûn.

Li gel vê yekê hevserokê PYD`yê Xerîb Hiso, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Fehîma Hemû, Enddama rêxistina Efîrnê ya Partiya Şiwî Sûrî Hikmet Colaq axivîn.

Axîveran soza berdewamiya têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk dan û bal kişandin ser ku Efrîn dê nebe mala terorîstan.

Her wiha xwepêşandanan destnîşan kirin ku projeya dewleta Tirk qirkirina dîrok, çanda gelan û pêkanîna komkujî û binpêkirinan e, her wiha projeya berfirehkirina cografiya dagirkirinê ye.

Xwepêşandanan îşaret bi berxwedana gelên Efrînê ya 58 rojan kirin û gotin, berxwedana li dijî arêşa Tirk heta roja îro berdewam e, Efrînê ya xwedanê xwe ye.

Xwepêşandan bi sloganên"Bijî berxwedana Efînê û Berxwedana Serdemê û na ji êrişên artêşa Tirk"bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din