Efrîn dagir kirin, lê efrînî zeytûnên xwe li her derê diçînin

Yekbûna şêniyên Efrînê û darên zeytûnê ji mêj ve ye. Ji bo wan êdî bûye pîşe û mîrasek. Ruxmî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, lê efrîniyan dest ji çandina darên zeytûnê li her cihê lê dimînin bernedan.

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê heta îro binpêkirinên xwe li dijî mirov, kevir û heta xwezayê didomînin. Piştî berxwedana 58 rojan li hember êrişên dagirkeriyê, êrişkaran Efrîn dagir kirin. Di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê ber bi kantona Şehba û gundên girêdayî navçeya Şêrawa koçber bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe berdewam dikin, darên zeytûnê qut dikin. Dagirkeran bi deh hezaran darên zeytûnê qut kirin û wek êzing li Tirkiyê firotin.

Ruxmî wê koçberên Efrînê li kantona Şehbayê hezkirina xwe ji dara zeytûnê re û asta girêdana bi axa xwe ya dagirkirî bi rêya çandina darên zeytûnê li kantonê rave dikin.

Malbatek ji şêniyên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê li kantona Efrînê, piştî koçberiyê niha li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dimîne. Ev malbat ji 40 salî ve di çandina darên zeytûnê de kar dike. Şitlên zeytûnê li gundê xwe çandine û li kantona Efrîn û parêzgehên Sûriyê yên din frotin e. Malbatê heta niha dest ji karê xwe bernedaye.

Malbatê li kantona Şehbayê carek din dest bi çandina darên zeytûnê kir. Malbatê destpêkê, kutikên darên zeytûnê di hingaran de diçîne. Piştî demekê dibin şitl. Rayên wê di axê de dirêj dibin. Ev delîl e ku şitl amade ne ji bo ku di nav axê de bêne çandin.

Di hingaran de şitil têne avdan û semad tê reşandin da ku prosesa mezinbûnê were bilezkirin.

Ji du salan ve malbatê derdora 300 hezar şitlên zeytûnê çandine. Beşek jê li kantonê firotine. Beşek din jî li bakurê Sûriyê firotine.

Ehmed Henan (65) xwediyê vê projeyê, girêdana xwe bi zeytûnê rave kir û got: "Ji serdeman ve, herêma me bi çandina darên zeytûnê navdar e. Ev 40 sale malbata min di vî warî de kar dike. Li Efrînê li cem me 3 hingar ji bo çandina şitlên zeytûnê hebûn. Lê çeteyan hemû wêran û talan kirin."

Şêniya bi navê Huriye Mihemed diyar dike ku ew çandina darên zeytûnê wek mîrasekê dihesbînin. Ji gelek serdeman ve di vê pîşeyê de kar dikin û got: "Çandina zeytûnê wek mîrasek û jêderek qutê ji bo malbata min tê hesibandin. Ji serdeman ve em daran diçînin ji ber ku em ji vî karî hez dikin."

Huriye wiha domand: "Her çiqas çeteyan darên zeytûnê qut bikin, li şûna wê em ê sed dar biçînin. Her yek ji me bi rêbaza xwe li ber xwe dide, em jî bi rêya çandina zeytûnê liber xwe didin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din