Efrîn, di bin dagirkeriyê de çawa tê birêvebirin?

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, bi rêya  belavkirina komên çeteyan, meclisên herêmî yên girêdayî xwe û erkên wan ên stratejiya Tirkiyê, kiryarên terorîstane dike. Tirkiye siyaseta parvekirinê ji bo talankirin, guhertina demografîk û tengavkirina şêniyan dimeşîne.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wê di 20’ê Çileya 2018’an êrîşek hovane, bi tang, top û balafiran birin ser kantona Efrînê. Di encamê de Efrîn di 18’ê Adara heman salê de hat dagirkirin. Di encama êrîşan de bi sedan sivîl şehîd bûn, bi hezaran birîndar bûn û bi sed hezaran ji kantonê hatin koçberkirin. Tevî wê jî binesaziya kantonê, cihên olî û xedemî hatin wêrankirin.

Piştî dagirkirinê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê pergalek çewisandina nasname û taybetmendiya herêmê da destpêkirin. Şêniyên resen da koçberkirin û ji bo guhertina demografiya herêmê çete û malbatên wan li warê şêniyan bicih kirin. Heman demê de şûnwar û cihên pîroz talan û wêran kirin. Heta niha jî talankirin, dizîn, çewisandin, revandin û kuştina şêniyan didomînin.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re gotin 3 navendên istixbaratî girêdayî dewleta Tirk li Efrînê hene.

A yekê bi awayekî yekser girêdayî partiya Erdogan e û ya duyem jî girêdayî muxelefeta Tirkiyê ye. Ya sêyem jî bi awayekî yekser girêdayî rêveberiya  istixbarata Tirkiyê ye.

Efrîn, ji hêla waliyekî li Hatayê ku bajarek Tirkiyê ye tê birêvebirin. Yanî dewleta Tirk weke ku Efrîn wîlayetek Tirkiyê ye pê re dide û destîne.

Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, belavokek giştî bi nivîsa  `Ez kuştina Kurdan, serjêkirina zarokên wan, destavêtina jinên wan, talankirina milkên wan û belavkirina pereyên wan li ser mucahîdan helal dikim`, belav kirin.

Belavkirin komên çeteyan di nav bajêr de

Komên çeteyan di nav bajarê Efrînê de belav dibin. Mafê her komekî heye ku di nav taxa dagir kiriye de her tiştî bike. Meclisên herêmî yên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine diyarkirin, karê komên çeteyan temam dikin.

Çeteyên El-Cebhe El-Şamiye taxa Eşrefiye, çeteyên Sultan Murad devera di navbera taxa Ziyadiye û El-Mehmûdiye, çeteyên El-Hemzat kolana El-Vîlat û çeteyên Lîwa El-Muitesem û Sultan Murad devera di navbera kolana El-Vîlat û taxa Ziyadiye de dagir kirine.

Di her kolanek a Efrînê de navendek heye û ji hêla 10 çeteyan ve tê birêvebirin. Erka wan a sereke li ser şêniyên ku dijberî dagirkeriyê ne û yên ku ji derveyî Efrînê hatine fesadiyê bikin (aliyan agahdar bikin).

Ev navend bi  jiyana şêniyan tehekum dikin û nahêlin şênî bê destûra wan serdana xizmên xwe bikin.

Di hemû navendan de girtîgeh hene. Di wan girtîgehan de sivîlên ku hatine revandin tên girtin.  Sivîlê ku malbata wî karibe fidyeya miqdareke mezin pere bide tê berdan. Di girtîgehan de her cûre îşkence li girtiyan tê kirin ew jî li gorî tewanên ku çeteyan bi xwe danîne.

Hin caran çete şêniyan didin tercîhkirin yan wê 45 rojan di girtîgehê de bimînin yan jî wê 300 dolar bidin.

Hin caran kesên ku hatine revandin ji girtîgehên desthilatdariya Tirkiyê  yên li Kilis û Entabê têne veguhestin. Tê gotin di wan her du girtîgehan de bi hezaran ji şêniyên Efrînê yên ku hatine revandin hene.

Rewşa gundewarê kantonê jî,  ji ya bajêr ne cudatir e.

Hejmarek mezin ji komên çeteyan ku nayên jimartin

Tevî van hemûyan sê tuga; ya yekemîn, duyemîn û sêyemîn li Efrînê hene. Her tugayek ji 4 koman pêk tê û her komek ji gelek lîwayan pêk tê. Di her lîwayekî de hejmarek tabûran hene. Her tabûrek  ji 60 heya 70 çeteyan pêk tê.

Desteka aborî ya çeteyan ji ku derê tê?

Çeteyên Ehrar El-Şarqiye, artêşa El-Şerqiye, Şuheda Bedir û hindek komên din desteka xwe ya aborî ji talankirin û fîdyayan peyda dikin.

Çeteyên Sultan Murad, Sultan Fatih û koma El-Hemzat desteka xwe bi awayekî yekser ji Tirkiyê digirin.

Di destpêka dagirkirina Efrînê de her çeteyek 800 heya hezar lîreyên Tirkiyê digirt, lê niha tenê 300 lîreyên Tirkiyê digirin.

Tabûra Mişel Temo çawa hate infazkirin?

Ruxmî ku hindek alî bi dewleta Tirk a dagirker re di destpêka êrîşan de hevkar bûn, lê çaranûsa wan rezîl bû.

Tabûra Mişel Temo tevlî dagirkirina Efrînê bû û piştî 8 mehan ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve hate infazkirin.

Tabûr ji hêla Mihemed El-Şêx (Ebû Meryem El-Heskawî) û Ebû Meryem El-Efrînî yê ji gundê Celemê ve dihat birêvebirin. 300 çeteyên tabûrê hebûn. Lê piştî 8 mehan tabûr hate infazkirin. Artêşa Tirk a dagirker Mihemed El-Şêx revand û bir girtîgeha El-Raîî li Ezazê û piştre ji hêla çeteyên Sultan Murad ve hate kuştin. Piştî wê Ebû Meryem El-Efrînî hate revandin û heta niha çaranûsa wî ne diyar e.

Çeteyên tabûra Mişel Temo hêvî dikirin ku para xwe ji dagirkirina Efrînê bigirin. Lê destvala derketin.

Talankirina xişirên jinan

Çeteyên Ehrar El-Şam komek jin ên ku li Efrînê hatine bi cihkirin di talankirina xişir û pereyên jinên Efrînê de bi rêya bêhişkirinê didin karkirin.

Ew koma jinan dema derbasî malên jinên Efrînê dibin,  parçeyek caw ku madeyên hişbirê tê de hene didin ser devê jinan û piştî wê pere û xişirên wan didizîn.

Di Efrînê de avakirina kampan

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê sê kamp li gundê Dêr Balûtê li navçeya Cindirêsê, navçeya Bilbilê û navçeya Şera ava kirin. Di nav her kampekî de bi hezaran koçber hene. Ew kamp li gorî plansaziya ku hatiye dayîn, ji bo şêniyên Efrînê tê de bi cih bibin, hatin avakirin.

Rêjeya şêniyên ku li şûna şêniyên Efrînê yên resen bi cih bûne ji sedî 75 e. Ew kes  di nav malên şêniyên Efrînê  yên resen hatine bicihkirin.

Erka meclisan çi ye?

Erka meclisên ajanên dewleta Tirk a dagirker, talankirina pereyên şêniyên Efrînê ye. Meclis tiliya  xwe dike her tiştekî.

Mîna di mewsima berhevkirina zeytûnê de,  bi rêjeya ji sedî 10 ji “meclisa herêmî”, ji sedî 10 ji “meclisa leşkerî” û ji sedî 15 ji “komîteya parastinê” re ji mewsim tên diyarkirin. Li guveştgeha zeytûnê jî zêt di navbera cotkar û komên çeteyan de yên  ku gund dagir kirine de tê parvekirin.

Bi sedan ajan û xayîn di Efrînê de ne

Di her kolanek a Efrînê û di her gundekî de ajan û xayînên ku ji bo hesabê çeteyan û artêşa Tirk a dagirker kar dikin hene. Erka wan jî li ser kesên dijberî degirkeriyê fesadî bikin û ji bo pereyan şêniyan bi cuda tewanên nerast tewanbar bikin.

Ji nav ajan û xayînan Felemez Osman ji gundê Dêr Swanê yê girêdayî navçeya Şera ye. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve ew li Efrînê dimîne. Zêdetirî 300 şênî bi tewanên cuda tewanbar kirin. Her şêniyek ji wan jî 400 dolar dan da ku serbest werin berdan û çaranûsa hindek ji wan jî heta niha ne diyar e.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din