Efrîn li ber çavên cîhanê dişewite

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrîn dagir kiriye, li gel bêdengiya navdewletî û rêxistinên hawîrdorê, bê rehme daristanên Efrînê dişewitînin. Rûbera zeviyên ku zirar dîtine, derdora 11 hezar hektar e.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji 20`ê Çileya 2018`an ve rêzebinpêkirinên xwe li Efrînê didomîne. Dagirkeran şêniyên Efrînê yên resen dan koçberkirin, milkên şêniyan talan dikin û bi rêya bicihkirina malbatên çeteyan demografiya Efrînê diguherin. Heta ku xwezaya Efrînê ji wan binpêkirinan nefilitî, dagirkerî bê rehm dartistanên Efrînê dişewitîne.

Ji sala borî ve derdora 11 hezar hektar ji 33 hezar hektar ji daristanên Efrînê li gund û navçeyên Efrînê hatine qutkirin û şewitandin. Daristanên ku hatine binpêkirin ev in: Çiyayên Sari Sînê, Xirabê Simaq, Kurê, Kumreşê, Sûrkê, Cirqa yên navçeya Reco. Her wiha derdora nîvê daristanên çiyayên Bafiranê, keleha Hawarê û Rişa Isiyê, çiyayên gundên Rûta (çiyayên Geliyê Cehnimê), Remedana, Gurda yên navçeya Mabatayê. Daristanên gundên Tetera, Hec Hesna, Qaziqli, Şêx Mihemed û Çûlaqa yên navçeya Cindirêsê. Daristana navenda gola Meydankî, daristanên Tetera, Qesîrî û Qaziqli yên navçeya Cindirêsê û rûbera di navbera gundên Gûbeka û Sêwiya li navçeya Mabatayê.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Desteya Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Norşan Hisên got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin demografiya kantonê ji tevahiya aliyan ve biguherin, ji koçberkirina şêniyan, kuştin û gelek binpêkirinên ku di eniya mirovahiyê de lekeyek in.

Norşan wiha domand: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dizanin ku şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin bi berxwedanê ve girêdayî ne, dê li ser terorê bi ser bikevin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk hawîrdora Efrînê binpê dike û daristanan dişewitîne."

Di dawiyê de Norşan bang li rêxistinên têkildarî hawîrdorê kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê xweza û daristanên Efrînê de bilivin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din