Efrîn... û li pey wê çi?

Kantona Efrînê gihaştiye rewşekê ku di encama paşguhkirina civaka navdewletî ya kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên rojane ji revandin, kuştin û koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan de êdî tehemûl lê nabe.

Dagirkeriya Tirk sûc û binpêkirinên mafên şêniyên Efrînê di nava bêdengiya navdewletî û paşguhkirina kiryarên dagirkeriyê de li kantona Efrînê û herêmên ji Şehbayê dagirkirî; Cerbalus, Bab û Ezazê zêde kirin.

Der barê kiryarên dagirkeriya Tirkiyê de, şêniyên herêma Babê li hember binpêkirinên dagirkeriya Tirk çend car e çalakiyên banga derketina dagirkeriyê dikin. Her wiha şêniyên Efrînê yên li Şehbayê der barê zêdekirina kiryarên dagirkeriya Tirk ên li xaka Sûriyê, Rûsya û rejîma Sûriyê wek berpirs dibînin.

Rêzekiryar û binpêkirinên nû yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê

Rêzekiryarên nû li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê ji 15 mehan ve ji revandin, kuştin, koçberkirin û guhartina demografiyê zêde dibin.

Rewşên revandin û kuştinê zêde bûn. Her wiha hê jî çarenûsa şêniyê bi navê Elî Betal Zekî (38) ku ji 9’ê Hezîranê ve hatiye revandin ku dema ji gundê xwe Basûtê diçû ser karê xwe yê li Sûka El-Hal (sebzeyan) ne diyar e. Li aliyekî dîtir jî hê jî 2 şênî bi navên Şerefedîn Seydo û Îbrahîm Mihemed Xelîl Ebdo û zarokê bi navê Mihemed ê ku bavê wî Reşîd Hemîd Xelîl e bi destê çeteyan hatiye kuştin, çarenûsên wan ne diyar in.

Li aliyekî din jî Tirkiye qanûnan binpê dike ku şêniyên dewleteke dîtir digire û dadirizîne. Di vê çarçoveyê de, dadgeha Tirkiyê şêniyê bi navê Kemîran Xilo Elî (28) ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê bêyî tu tawanan li gorî çavkaniyan raber kiriye, hikmê 4 salan lê biriye.

Rewşên revandinê

Behreya çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê êdî bûye revandin, xwestina fîdyeyê, şantajkirin û koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen. Çeteyan ji hefteyekê ve şêniyê bi navê Xelîl Mistefa (45) mixtarê gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê revandiye. Her wiha şêniyên bi navên Zekeriya Hesen Mistefa, Ebdo Mihemed Xilo û Mihemed Henan Elo ji gundê Senarê yê Şiyê revandine. Li aliyekî ve din jî li gundê Erebo yê navçeya Mabeta şêniyên bi navên Elî Mihemed Henîf, Fîras Henan Ezet û Mistefa Şukrî Yûsiv revandine.

Ji nava rêzekoçberkirinên şêniyên resen ji malên wan, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê şêniyê bi navê Îsa Mihemed Ednan ji mala wî ya li Efrînê derkir û dest danî ser mal û dikanên bazirganiyê.

Gundên ku çete lê hatine bicihkirin

Ajansa me ANHA’yê gundên ku malbatên çete tê de hatin bicihkirin, belge kirin. Dagirkeriya Tirk bi hezaran malbatên çeteyên ji Idlibê li gund, navçe û bajarê Efrînê bi cih kirin.

Li gorî agahiyên ku ketine ber destê ajansa me, malbatên çeteyan li gundên Dêr Belût, Mela Xelîl û Hemam ên navçeya Cindirêsê, gundên Senarê, Anqelê, Qermîtliq, Çeqela, Xelîl û Meimila yên navçeya Şiyê hatine bicihkirin.

Li rexê jî malbatên çeteyan li gundên Qurnê, Elî Jaro û Qestela Xidriya yên navçeya Bilbilê hatine bicihkirin. Li aliyekî din jî dagirkerî li navçeyê kampên bê ser û ber ava dike. Her wiha gelek malbatên dîtir ên çeteyan jî gihaştin gundên Erebcime, Erebwêran û Dîkmetaş ên navçeya Şera.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din