‘Efrîn soza min bi te re ye’

Dengbêjê gel ê efrînî Selah Berîm bi sedan stran û kilam li ser dîrok, xweza û berxwedana Efrînê çêkirine, di stranên xwe de soz dide ku Efrînê nahêle.

Li herêma Efrînê gelek dengbêjên navdar hene. Ji wan Cemîl Horo, Elî Teco, Bavê Seleh, Ednan Dilbirîn. Ji hunermendên ku nû derketine û li ser şopa wan dimeşin jî Hesen Ekaşû Selah Berîm hene.

Selah Berîm sala 1979‘an li gundê Hecîka yê herêma Raco ya kantona Efrînê çavê xwe li dinê vedike û di nav malbatekê de ku bi çand û hunera kurdî mijûl dibe, mezin dibe. Ev tişt di hundirê wî de hezkirina stranan û lêdana saz û zirneyê çêdike.

Selah di 17 saliya xwe de dest bi stranan kir, heta niha zêdetirî 120 stranan çêkirin, piraniya wan li ser Efrînê ne.

Selah di demeke kin de bi dengê xwe yê xweş ji ailyê şêniyên Efrînê ve hat hezkirin û ji bo dawetan pir dihat vexwendin.

Selah albuma xwe ya yekemîn  a ji 10 stranan pêk tê, di sala 2002‘yan de derxist û heta sala 2010‘an de her sal albumek tomar dikir. Selah hemû cureyên stranan gelêrî gotin.

Bi destpêka şoreşa Rojeva re Selah bi germahî beşdarî şoreşê bû û cihê xwe di Tevgera Çand û Hunerê de digire, di vê çarçoveyê de beşdarî hemû çalakî û pîrozbahiyên tevgerê dibe.

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê de Selah bi stranên xwe berxwedana gel silav kir. Li ser vê yekê dibêje "Dagirkeran çand û dîroka herêmê kir hedef, lewre divê ev tişt were şermezarkirin."

Selah her wiha dibêje wî soz daye gelê xwe ku Efrînê nahêle û li Şehbayê erka xwe dewam bike. Ji stranên ku Selah derxistin "Efrîn soza min bi te re" di 2014‘an de derxistiye. Her wiha strana wî ya nû ku li Şehbayê derxistiye "Soz didim van şehîdan em bernadin Efrînê".

Hunermend Selah Berîm banga berxwedana rizgarkirina Efrînê li şêniyan kir.

(bb)

ANHA


Mijarên Din