Efrîn... xelekeke din ji zincîra dagirkeriyê

Hoşeng Hesen

Salek beriya îro êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê de dest pê kirin. Bombebarana 72 balafiran wekî gava destpêkê ya êrîşên bi armanca dagirkirinê bû. Lê ne cara yekê bû ku dewleta Tirk dixwaze perçeyek ji xaka Sûriyê dagir bike, ne di dîroka nêz û ne jî di ya kevn de. Beriya Efrînê artêşa Tirk bajarên Cerablus, Bab, Ezaz û navçeyên girêdayî wan, hemû dagir kirin û bi salan e alên Tirkiyê li ezmanê wan li ba dibin. Vê carê jî dor a Efrînê bû.

Hewldanên Tirkiyê yên dîrokî ji bo dagirkirna Sûriyê

Di dîrokê de jî gelek caran hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina Efrînê û gelek deverên din ên Sûrîyê hebûn. Di bingeh de dewleta Tirk her demê xwestiye tevahiya xaka Sûrîyê dagir bike, ji ber ku Sûriyê wek deriyê Rojhilata Navîn dibîne.

Piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî, Kemal Ataturk Komara Tirkiyê di sala 1923’yan de ragihand û wê demê got: "Em ê şerê gawiran anku kafiran bikin." Mebesta wî jî, şerê li dijî Fransayê ye ku di wê demê de Sûriye di bin kontrola wê de bû û bi vê dirûşmeyê dest bi planên xwe kir.

Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn û di 20`ê Cotmeha sala 1921’an de navbera Tirkiye û Fransayê Hevpeymana Enqereyê hat îmzekirin, di encama wê hevpeymanê de bajarên Edene, Dîlok (Entep), Kilîs, Riha (Urfa), Mêrdîn (navçeya wê Nisêbîn) û Cizîr bûn girêdayî Tirkiyê, ew jî li beramberî ku hikumeta Tirkiyê ya nû hebûna Fransayê li Sûriyê nas bike, hat kirin.

Ji bo dagirkirina lîwa Îskenderûnê jî Tirkiyê gelek hewldan kirin û di sala 1939’an de lîwa Îskenderûnê bi fermî bû girêdayî Tirkiyê. Ew jî dîsa bi erêkirina Fransayê bû ku Tirkiyê gelek tevlihevî jê derdixistin û wê demê referandûm/giştpirsîneke şekilî çêkirin û di encama wê de Îskenderûn nema devereke Sûriyê bû, jixwe xelkên deverê der barê encamên wê giştpirsînê de gelekî bi guman bûn. Lê Tirkan dîsa jî dev ji planên xwe bernedan û vê carê xwest bi riya sîxurên xwe tevliheviyan li nava Sûriyê derxe.

Tevgera Mirîdan

Kemal Ataturk ji bo plana xwe gelek hêz di hundirê Sûriyê de ava kirin. Yek ji wan Tevgera Mirîdan a li Efrînê bû û ew wekî hewldana destpêkê ya dagirkirina Efrînê bû. Tevgera navborî wek tevgereke îslamî ya li dijî dagirkeran anku kafiran xwe nîşan dida...

Lêkolînerên dîrokê dibêjin ku Tevgera Mirîdan li kêleka dewleta Tirk li dijî serhildanên Kurdan ên li bakurê Kurdistanê jî şer kir.

Mirîdan bi Tevgera Niştîmanî ya Sûriyê re gelek peywendiyên baş çêkirin ku aliyê duyem li wan wekî şoreşger dinêrîn û xwe xwedî yek armanc didîtin. Ew jî derxistina dagirkeriya Fransayê ji nava xaka Sûriyê bû.

Fransayê dema bi xebatên vê tevgerê hesiya, bi hêza leşkerî ew tevger têk bir û tê gotin ku balafir li dijî nuqteyên mirîdan hatin bikaranîn, jixwe wê demê  û piştî ku Tirkiyê lîwayê Iskenderûna bi dest xistibû, nema xwedî li wan derket.

Di sala 1957’an de û di dema Şerê Sar de, Tirkiyê dîsa dixwest xaka Sûriyê dagir bike û wê demê li seranserê sînor hêzên xwe belav kirin, lê bi gefa Yekitiya Sovyêtê ew yek pêk nehat.

Peywendiya di navbera Tirkiye û Sûriyê de yên dîrokî her dem bi nakok bûn, sedem jî armancên Tirkiyê yên her demê dixwest perçeyên nû ji xaka Sûriyê dagir bike.

Bi aloziya Sûriyê re hêvî nû bûn

Di sala 2011`an de dema aloziya Sûriyê dest pê kir Tirkiyê ev wek firsenda dîrokî ji xwe re dît ku xewnên xwe yên nîvcomayî temam bike, jixwe gotineke pêşiyan heye; "Li ezman lê digeriya, ew li erdê dît.” Ev gotin jî ji rewşa Tirkiyê eşkere dike.

Gelek komên çete ava kirin, lê tiştek bi dest nexistin. Herî dawî artêşa wê bi xwe kete nava xaka Sûriyê, ew jî roja 24 Tebaxê derbasî bajarê Cerablusê bûn, piştre jî Ezaz û Bab dagir kirin. Heta ku di 20`ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşa xwe ya li ser Efrînê kir û di 18`ê Adarê de Efrîn jî dagir kir.

Encam çi ye?

Di vê bibîrxistina me ya kurt de, ji gelek dem û bûyerên dîrokî xuya dibe bê ka çawa dewleta Tirk -qaşo cîran e- her demê çavên wê li xaka Sûriyê ne û her dixwaze bêhtir ji vê xakê bixwe.

Armanca Tirkiyê ya dagirkirinê piştî Efrînê jî nehat guhertin, tersî wê hîna zêdetir bû ku niha jî li dijî herêmên din ên bakur û rojhilatî Sûriyê rojane gefan dixwe û hincetên bêbingeh dibêje.