Efrînî xwezaya Şehbayê geş dikin

Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, bi hevkariya Komîteya Çandiniyê yekemîn şîtilgeh ava kirin, da ku erdên ku nehatine çandin biçînin.

Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra herêmên kantona Şehbayê wêran bûn. Lê şêniyên Efrînê yên ku çanda çandinî û şinakiyê ve girêdayîne, bi ku derê ve diçin wir geş dikin û şîn dikin. Çandinî beşek nayê parçekirin ji şêniyên Efrînê ye û ew ji bo wan her tişt e.

Şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk a dagirker ew bi darê zorê ji malên wan derxistin û li kantona Şehbayê bi cih bûne, çandiniya Şehbayê geş dikin.

Di çarçoveya plansaziya vegerandina ronakiya kantona Şehbayê û gundên wê de, şêniyên Efrînê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê şîtilgehek ku ji 4 hezar şitl pêk tê ava kirin. Şênî bi armanca ku piştî çend mehan di nav erdên bûr de biçînin bi projeyê rabûn.

Şitl dar an jî şînatiyên; Merx, xemilandin, darên berhemdar mîna hejîr, tirî, fistiq helebî, hindek şînatiyên xemilandinê mîna gul, tevî darên daristanî mîna nexîl hwd.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çandiniyê yê Kantona Şehbayê Basêl Osman tekez kir ku armanca wan a yekemîn ji avakirina şîtilgehê ew e ku zeviyên ku di encama kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk de zirar dîtine ji nû ve geş bikin û ronakiya xwezayê vegerînin herêma wêrankirî.

Ev hewildanên şêniyên Efrînê yên ji bo şîn û geşkirina Şehbayê, di demek ku dewleta Tirk û çeteyên wê xwezaya Efrînê wêran dikin de tên kirin. Li gorî çavkaniyan dagirkeran heta niha derdora 14 hiktar zevî û dar şewitandin. Zêdetirî 12 hezar darên zeytûnê li Efrînê qut kirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din