Efrîniyan dagirkerî şermezar kirin, Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn

Bi diruşmeya "Bi rihê 14 û 19'ê Tîrmehê em ê asta berxwedanê bilind bikin û Efrînê rizgar bikin" bi hezaran şêniyên herêma Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Bi pêşengtiya Meclisa Kantona Efrînê bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya girtîgehan û Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Meş ji deriyê têketina gundê Babins ê kantona Şehbayê dest pê kir. Xwepêşanderan wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsê "Efrîn azad e", "Bi qetilkirina jinê hûn jiyanê dikujin" û "Di dilê her Efrîniyekî de şaxek zeytûn heye" hilda bûn. Her wiha diruşmeyên şermezarkriina sûcên Tirkiyê û dilsoziya bi şehîdan re qîr kirin.

Meşa girseyî di nava kolanên gund de geriya û li qada gund veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo axivî û got: "Berxwedana Efrînê bingeha xwe ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya di girtîgehên faşîzma dewleta Tirk de digire. Ev berxwedan xwedî giyanekî dîrokî ye, ji dijmin re îsbat kir ku doza Kurd nayê tunekirin. Şêniyên Efrînê dane ser şopa Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Mihemed Xeyrî Dirmuş bû bi hezaran şehîd û têkoşerên ku mişleya şoreşa azadî û rumetê pêxistin."

Mihemed di berdewama axaftina xwe de diyar kir: "Li vir li Şehbayê şêniyên Efrînê tevî ambargoya ku hikumeta Sûriyê ferz kiriye û tevî êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin hate vegerin warê xwe."

Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim jî got: "Erdogan dixwaze tolê ji xelkê Efrînê hilîne yên bi têkoşîna xwe ji bo doza û girêdana bi dîrok û nasnameya xwe tê naskirin. Em berxwedanê berdewam bikin heta Efrînê rizgar bikin û vegerin ser xaka xwe."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê û banga yekitiya netewî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din