Efrîniyan nameyek têkildarî derxistina Tirkiyê ji Sûriyê radestî Rûsya kirin

Bi sedan şêx û rûspiyên eşîran û şêniyên Şehba û Efrînê, berê xwe dane bargeha Rûsya ya li gundê El-Wehşiye û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha daxwaz ji Rûsya û Meclîsa Ewlehiyê kirin ku van êrîşan rawestîn in û dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxînin.

Şênî li kampa Berxwedan a li kantona Şehba kom bûn, wêneyên birîndar û şehîdan, her wiha pankartên bi nivîsên `` Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin``, `` Nebin şirîkê dagirkeriya Tirk``û`` Erdogan kujerê zarokan e``, her wiha wêneyên sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê , hilgirtibûn.

Paşê şêniyan ji kampa Berxwedan berê xwe dane baregeha Rûsya ya li gundê El-Wehşiye.

Li vir şênî, şêx û rûspiyên eşîran, siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê qîr kirin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  şermezar kirin.

Paşê şandeyek ku ji 4 kesan, li ser navê Komîteya Mafên Mirovan Eyhan Elî û Îbrahîm Şêxo û li ser navê rûspiyên eşîran Yûsif Ebdulrehman û li ser navê Malbatên Şehîdan Nesrîn Husên derbasî bargeha Rûsya bûn û peyamek radest rêveberên bargehê kirin. Di peyamên de daxwaz kirin  ku dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derkeve û Efrîn were rizgarkirin û koçber vegerin ser xaka xwe.

Li ser navê hêzên Rûsyayê  efserekî hêzên rejîma Sûriyê Mihemed Elî Umer anî ziman ku ew ê peymanê radestî aliyên têkildar bikin got, rizgarkirina Efrînê û Idlibê û derxistina artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Sûriyê, nêzîk e.

Şandeya ku serdana bargeha hêzên Rûsya kiriye, destnîşan kir ku bila serokê Rûsya Vlademîr Putîn siba di hevdîtina bi Erdogan re fermanekî bide Erdogan da ku ji xaka Sûriyê derkeve û koçber vegerin ser mal û milkên xwe yên dewleta Tirk û çeteyên wî dagirkirine.

(rr)

ANHA


Mijarên Din