Efrîniyên li Hesekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Bi diruşmeya "Bi vîna jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin", bi sedan koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî.

Kongreya Star a kantona Hesekê bi boneya salvegera 28'an çalakiya fedayî ya şehîd Bêrtîan semînerek li avahiyên Panorama ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan koçberên Efrînê di semînerê de amade bûn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Hesekê Celîla Mele Elî şehîd Bêrîtan bi bîr anî û li ser jiyan û kesayeta wê axivî.

Celîla anî ziman ku şehîd Bêrîtan bi ramanê rêber Abdullah Ocalan ve girêdyî bû, ji bo azadiya xwe, azadiya jinan, her wiha ji bo azadiya gelê xwe têkoşiya û got: "Têkoşer Bêrîtan bi tevlêbûna xwe ya nava refên tevgera rizgariya Kurdistanê re xwest ji cîhanê re îsbat bike ku jin dikare beşdarî qada siyasî û leşkerî bibe. Bi şehadeta xwe hişt ku jin xeta wê bişopînin. Bi vê bû pêşenga her jinekê ku li azadiyê digire. Rêbertî şehîd Bêrîtan bi rêya têkoşîn û berxwedana pênase kir û şehadeta wê mohrek di dîroka têkoşîn û azadiyê de hişt."

Celîla Mele Elî di dawiya axaftina xwe de got : "Em soz didin şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê ku em ê xeta wan bişopînin."

Semîner bi berzkirina diruşmeyên "Jin jiyan azad", "Şehîd namirin"  û"Bijî serok Apo" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din