Efrîniyên li Şehbayê dimînin mizgefta ku DAIŞ`ê wêran kiribû, restore kirin

Şêniyên gundê Maratê yê girêdayî kantona Şehbayê bi hevkariya komîna gund mizgefta gund a ku DAIŞ`ê beriya 5 salan wêran kiribû restore kirin.

Çeteyên DAIŞ`ê di 2015`an de mizgefta gundê Maratê talan û wêran kiribû.

Şêniyên gund daxwaznameyek ji komînê re pêşkêş kirin, ji bo ku mizgefta gund restore bikin. Li ser daxwaza şêniyan komînê komîteyek ava kir, da ku lêçûna pêwîst ji bo restorekirina mizgeftê kom bike.

Hevseroka komîna gund Meysa Abdo got: “Komînê daxwaza şêniyan bersivand û ew daxwaz ji Komîteya Karûbarên Olî re rêkir. Komîteyê jî daxwaza şêniyan qebûl kir.

Lewra komînê du komîte ji bo komkirina alîkariya madî ji şêniyên gund ava kir. Her du komîteyan alîkariya ku kom kirin radestî meleyê mizgeftê kirin. Meleyê mizgeftê jî pere li ser lêçûna restorekirinê û kirîna pêdiviyên mizgeftê xerc kirin.

Meleyê mizgeftê Ebdulqadir Osman ji şêniyên Efrînê ye. Osman got: “Çeteyên DAIŞ`ê cihên olî wêran kirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker heman rêgez meşand, perestgeh, mezar û cihên olî yên baweriyên din jî wêran kirin. Pereyên ji bo restorekirina mizgeftê hatine komkirin, têra projeyê kirin û êdî deriyê wê li pêşiya şêniyan vekiriye da ku îbadeta xwe bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din