Efrîniyên li Şehbayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan

Îro bi sedan şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê dimînin bi meşekê sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û gotin, ew ê xeta berxwedanê bidomînin heta dagirker ji herêmê derxînnin.

Bi sedan şêniyên Efrînê yên li kampa Berxwedan a Şehbayê dimînin meşek li dar xistin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Şêniyan wêneyên qurbaniyên sivîl ên êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankertên bi nivîsên "Qirkirina etnîkî rawestînin", "Ji şer re êdî bes e", "Na ji tundiya li dijî zarok û jinan" hildan.

Şênî ji ber parka kampê ber bi Qada Parka Zarokan ve, di nav kolanên taxê de meşiyan. Her wiha sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Serdemê li Rojava û şermezarkirina sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li axa Sûriyê berz kirin.

Meş li ber Qada Parka Zarokan rawestiya û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê xwepêşendaran daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji hêla endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Mihemed Ebdo û hevseroka Meclisa Kampa Berxwedan Nesrîn Şebo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gel aloziyên Sûriyê, modernîteya kapîtalîzmê, dewletê û navendên hegemoniyê yên cihanî û hebûna ewqas hêz li ser axa Sûriyê bi xwe wek şerê cîhanê ya sêyemîn e, bi rêbazek nû ji şerên cîhanê yên din cudartir.

Her wiha hate gotin "Modernîtiya kampîtalîzmê girîngî nade erdnîgariyê lê belê kontrolkirina jêderên enerjiyê, parastina armanc û berjewendiyên xwe li herêmê. Her aliyek çi Rûsya yan jî Amerîka be li berjewendiya xwe digire. Li beramberî wê jî projeya şêniyên herêmê û armancên wê hene û li ser asta Sûriyê aliya herî xurt e û dê berxwedan berdewam be heta hemû dagirker ji herêmê werin derxistin."

Di daxuyaniyê bang hat kirin ku bi şerên derûnî yên ku hinek dazgehên çapemeniyê belav dikin neyên xepandin, bi vîn û hêza herêmê ya leşkerî were bawerkirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîda û Rêbertî ji bo parastina destkeftiyên herêmê hate dayîn.

Çalakî bi berzkirina sloganên silavkirina Berxwedana Rûmet û Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din