‘Eger hemû gelê Sûriyê beşarî amedekirina destûrê nebin, em ne neçarin destûrê bi cih bînin’

Cîgira hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Nûjîn Yûsif got: “Me ti vexwendinek fermî ji bo beşdarbûna komîteya avakirina destûra nû ya Sûriyê negirtiye. Eger nûnerên tevahiya gelê Sûriyê beşdarî komîteyê nebin, em ne neçarin destûrê bicih bînin.”

Li ser qada Sûriyê gelek nakokî di navbera berjewendiyên hêzên navdewletî de yên ku mudexeleya aloziya Sûriyê kirine rû didin. Bi ragihandina dewletên mirosgerkerên Astanayê nêzbûna bidawîbûna avakirina komîteya destûrî re ji bo amadekirina destûrek nû ji Sûriyê re, tu vexwendnameyek fermî ji nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nehatiye şandin.

Girêdayî mijarê cîgira hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Nûjîn Yusif ji ajansa me re axivî.

Nûjîn got: "Rûdanên ku li herêmê rû didin û bandorên wê yên yekser bi taybet li ser Idlibê û gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû xeteriyên cidî ne. Lewra pêwîste destûrek nû ji Sûriyê re bê amadekirin û xebat ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bi tevlibûna gelê Sûriyê bi xwe were meşandin."

Nûjîn destnîşan kir ku MSD`ê 3 komxebat li darxistin û wiha pê de çû: “Di komxebata dawîn de girîngî dan pêwîstiya lidarxistina kongreyek ji tevahiya aliyên muxaleftê re. Da ku makenîzmeya amadekirina destûra nû ya Sûriyê diyar bikin û pêwîstiya tevlibûna tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê di amadekirina wê de tekez bikin.”

‘Em ne neçarin destûrê bînin cih’

Nûjîn balkişand ser ku ew wek MSD`ê eger tev li amadekirina destûrê ne bûn, bi wê destûrê ne multezim in.

Nûjîn xebatên amadekirina destûra nû bi gavek erênî wesifand û got: "Heta vê kêliyê me tu gavên cidî nedîtin."

Di nav gotinên xwe de Nûjîn destnîşan kir ku ew heta niha tu vexwendnameyek ji bo tevlibûna komîteya amadekirina destûrê ne girtine. Nûjîn diyar kir ku ji ber wê ew bi destûra nû ne multezim in.

‘Giraniyek siyasî’

Her wiha Nûjîn got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erdnîgariyek berfireh e û wiha pê de çû: "Ew zêdetirî nîvê rûbera Sûriyê temsîl dike. Ew jî ji bo çareseriyek siyasî ji aloziyê re tiştek ne hindik e. Netevlibûna me di komîteya amadekirina destûrê de, wê kêm bihêle. Ji ber ku divê çaranûsa tevahiya pêkhateyên Sûriyê di ber çavan re were derbaskirin."

Nûjîn wiha domand: "Di Sûriyê de niha sê aliyên siyasî hene; Rejîm, muxalefet û Rêveberiya Xweser. Eger lihevkirinek di navbera wan de çênebû, çareserî ne pêkane. Lihevkirin bi tevlibûna tevahiya van aliyan di amadekirina destûra Sûriyê de û prosesa siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê gengaze."

Di berdewama hevdîtinê de Nûjîn diyar kir ku eger gelê Sûriyê nebû yek, destûra Sûriyê ya nû nîqaş nekirin, lêvegerek siyasî bi tevahiya pêkhateyên herêmê avanekirin nakokiyên herêmê dê bidomin.

Di dawiyê de Nûjîn Yusif tekez kir ku ew hewl didin fikrên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê bikin yek. Her wiha tekez kir ku eger erdnîgariyek bi serjimariyek mezin ji amadekirina destûra nû hate dûrxistin, dê bendên wê bê sûd bin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din