`Eger hûn me û hevserên me bernedin em ê her tiştî bişewitînin!`

Jineke DAIŞ`î ya li kampa Holê diqîre û dibêje "Eger hûn me û hevserên me yên li cem QSD’ê girtî ne bernedin, em ê her tiştî bişewitînin."

Dema ku banga nimêjê ji mizgefta kampa Holê bilind dibe, zarokên ku temenên wan di navbera 5 heya 14 saliyê de tekbîran berz dikin û her yek di cihê xwe de nimêj dike.

Dema mirov dikeve kampa Holê, dabeşkirina kampê bala mirov dikişîne. Di nav de 3 beşên taybet bi malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji jin û zarokan re hene. Jin ji seriyên xwe heya binê lingên xwe cilên reş li xwe dikin û di destê zarokan de pirtûkên ku propagandaya DAIŞ`ê dikin, hene.

Kampa Holê bi 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê li herêma Cizîrê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Kamp dabeşî 7 beşan dibe. Penaberên iraqî yên ku ji 2014`an ve ji êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Mûsilê reviyane, di beşên 1,2 û 3 de dimînin. Di beşa 4’an de koçberên sûrî yên ku ji Heleb, Hims, Dêrazor, Idlib, Reqa û Tebqayê koçber bûne, dimînin. Beşên 5, 6 û 7 taybet ji bo malbatên DAIŞ`ê ne. Tevî wê jî beşeke taybet bi navê ‘Mihacîran’ heye, di vê beşê de malbatên DAIŞ`ê yên biyanî dimînin.

Ji ber hebûna malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ku hîna bi fikrên DAIŞ`ê yên tundraw bawer dikin û wan di hişê zarokan de belav dikin, bi hejmareke zêde Hêzên Ewlekariya Hundirîn çavdêriya kampê dikin.

Jinên ‘Mihacîr’ şerê jinên çeteyên DAIŞ`ê dikin ku qanûnên DAIŞ`ê muxalefe dikin.

Gelek dibînin di nav de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku malbatên DAIŞ’î û zarokên wan bi hewcedariya perwerdeyê ne û divê dewletên wan hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î di zûtirîn demê de bibin da ku tu metirsî di pêşerojê de çênebin.

Di vê dawiyê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji rojnameyeke cîhanî re bi bîr xist ku kampa Holê ya ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞ`ê ji nasnameyên cuda yên erebî, asyayî û rojavayî hene, mîna bombeyeke demkî ne û dikin biteqin.

Di van demên dawîn de gelek haletên ku daxuyaniyên fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk îsbat dikin, rû dan. Di 5`ê Îlonê de 2 çeteyên DAIŞ`ê ku cilên reş ên jinan li xwe kiribûn, ciwanekî iraqî bi amûrên tûj qetil kir. Her wiha beriya wê gelek haletên mîna wê hatin dîtin.

Rêveberiya kampa Holê di 29`ê Tîrmehî de cenazeyê jineke DAIŞ`î dît. Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê jina DAIŞ`î di bin konê wê de kuştî hatiye dîtin, ji Endonezyayê ye, 30 salî û navê wê Sudir Mînî ye. Ew bi destê jinên DAIŞ`ê di nav kampê de hatiye kuştin.

Di gera di nav beşên 5, 6 û 7’an de belavbûna fikrê DAIŞ`ê di navbera malbatên DAIŞ`ê de û bi taybet zarokan bala mirov dikişîne. Ew bi çavên tijî kîn û nefret li kesên ku dikevin kampê temaşe dikin. Di dema nimêjan de zarokên ku temenên wan di navbera 5 heya 14 saliyê de ne, tekbîran berz dikin û her yek di cihê xwe de nimêj dike.

Di vîdeoya ku nûçegihanê ajansa me kişandiye de, kombûna hindek jinên DAIŞ`î xuya dibe. Ew jin diqîrin û dibêjin eger hevserên wan neyên berdan, dê her tiştekî bişewitînin.

Di navîna meha Tîrmehê de dîmenên zarok û jinên DAIŞ`ê yên ku ala çeteyan li ser stûnekî di nav kampa Holê de hildane û sloganên alîgiriya çeteyan berz dikin, belav bû.

Ruxmî kedên rêveberiya kampê ji bo ku rê li pêşiya belavbûna fikrên çeteyên DAIŞ`ê bigire, bi rêya vekirina dibistan û malên werzîşê, lê ew ked têrê nake. Ji ber ku jinên DAIŞ`ê zarokên xwe naşînin wan cihan.

Eger rewşa kampê li gel paşguhkirina dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de ne, pêkanîna berpirsyariyên xwe, wisa bidome, dê li ser tevahiya cîhanê di pêşeroja nêz de xetereyekê çêke.

(şx)

ANHA


Mijarên Din