`Eger paşguhkirin berdewam bin, em ê hêzek li dijî dagirkeriyê ava bikin’

Partiya Sûriya Pêşerojê û Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî li Tebqayê daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku gazinên fermî ji NY’ê re rabike û bi erka xwe rabe. Eger paşguhkirinek çêbibe em ê hêzeke berxwedana niştîmanî dijî hêzên dagirker li Sûriyê ava bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker zêdegaviyên li ser axa Sûriyê bi  lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji axa Sûriyê didomîne. Derbarê wê de Partiya Sûriya Pêşerojê û Hevbendiya Niştimanî ya Demokraîtk a Sûrî li Tebqayê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda Partiya Sûriya Pêşerojê bi beşdarbûna dehan endamên her du partiyan hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî û Hevseroka navenda Çand û Hunerê Îman El-Xerîb hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

“Encamên şerên ku ev 8 salin li Sûriyê rûdidin, hêzên ku xizmeta hêzên ji derve dikirin bingeha civakê ruxandin. Cudahî xistin nava beşên civakê.

Lê QSD’ê teror têk bir û bi hezaran şehîd da.

Binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê ji roja dagirkirinê heta niha didomin. Gel bi darê zorê koçber kirin, demografiya wê guhertin. Dest danîn ser mal û milkên gel û zenginiya wê dizîn. Zeytûn li bazarên Ewrupayê firotin. Navên qadan guhertin, sembol û navên dagirkeriyê lê kirin.

Em bang li hikumeta Sûriyê dikin ku gazinên fermî ji NY’ê re rabike û bi erka xwe rabe. Eger paşguhkirinek çêbibe ew ê hêzeke berxwedana niştîmanî dijî hêzên dagirker li Sûriyê ava bikin.

Em bang li civaka navnetewî dikin ku bi erkên xwe rabin û Tirkiyê ji Sûriyê derxînin. Divê gelê me li dijî siyasetên qirêj rabin. ”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din