Vê dawiyê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de li ser hesabê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca desteserkirina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê lihevkirin pêk hatin. Li hember van lihevkirin û tifaqan, bertekên gelê herêmê yên li dijî hemû rengên dagirkeriyê derketin û tekezî bi mayîna li axa xwe û piştevaniya hêzên leşkerî li hember her êrişên li ser herêmê, hat kirin.
Şaha Seîd nerazîbûna xwe li hember êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi rêya topbaranê yan jî balafirên bêmirov ên biçek nîşan da, ku di encamê de welatî û zarok jî di nav de şehîd û birîndar dibin. Şaha Seîd got: “Ji beriya 3 rojan de, bi taybet piştî civîna Soçiyê êrişên li dijî herêmên me ranewestiyane. Ew zarok, kal û pîran dikujin û malên me wêran dikin.”
Şaha ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk çi ji me dixwaze? Em li ser axa xwe ne. Her dema ku Tirk, Rûs û Îran li hev dicivin, li ser hesabê gelê me û xwîna zarokên me peymanan çêdikin û dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser xaka me zêde dike.”
Şaha Seîd ku ji şêniyên navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo ye, destnîşan kir ku êriş, wê vîna gel neşikîne nexasim a jinan û wiha pê de çû: “Em kurd, Ereb û Suryen dev ji axa xwe bernadin. Em hemû bira ne û li ser vê xakê jiyan dikin. Bêdengiya navneteweyî li hember êrişên li dijî herêmê îsbat dke ku ew hevkarên dagirkeriya Tirk in.”
Şaha Seîd wiha axaftina xwe domand: “Êdî em baweriyê bi rêxistinên mafên mirovan û qanûnên wan ku li gorî berjewendiyên xwe danîne, nayinin. Gelo li hember êriş û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gel, zarok û ciwanên me pêk tîne, mafên mirovan li ku ma.”
Di dawiyê de Şaha Seîd tekez kir ku ew piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî û keç û xortên xwe dikin û got: “Em ê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî şer bikin û dev ji axa xwe bernadin. Bila em azad û serbilind bimirin.”
HÊZÊN GARANTOR TENÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE LI VIR IN
Şehnaz Îbrahîm jî helwesta Rûsya û Amerîkayê ku piştvanên dagirkeriya Tirk in û bêdengiya wan li hember êrişan şermezar kir û got: “Hêzên garantor qaşo ji bo parastina gel li vir in. Lê em dibînin ku ew tenê ji bo berjewendiya xwe li vir in. Eger pêşiya dewleta Tirknegirin, bila ji herêmên me derkevin, tu pêwîstiya hebûna wan tune ye.”
Şehînaz Îbrahîm wiha diyar kir ku ew pişta xwe didin hêzên xwe yên xweser û piştgiriya hêzên leşkerî dikin. Di heman demê de tekez kir ku gefên dagirkeriya Tirk vîna wan naşikînin û got, “Em axa xwe ji biyaniyan re bernadin, Em gelê ku ji mirinê natirse ye.”
EM Ê BERSIVEKE TUND BIBIN DAGIRKERIYA TIRK
Turkiye Hermo jî li ser heman mijarê axivî û helwesta xwe bi van gotinan nîşan da: “Em bi yekitiya hemû jinan li dijî hemû binpêkirin û sûcan disekinin. Em ê dê bersiveke tund bidin dewleta Tirk. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta êrişên dagirkeriyê têk dibin û herêmên xwe rizgar bikin.”
Turkiye Hermo behsa armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên domdar ên li dijî herêmê kir û got: “Em dizanin dagirkeriya Tirk bi van êrişan çi dixwaze. Armanca wê koçberkirina me ye. Lê em axa xwe ji çavbirçî Erdogan re nahêlin.”
(dm)
ANHA