‘Eger Tirkiye êrîş bike, dê kontrolkirina çeteyan zehmet be‘

Hevserokê Desteya Hundirîn ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco got “Eger êrîşek li ser herêmê pêk were, wê kontrolkirina çeteyan zehmet be. Ew jî wê rewşê tevlihev bike. Dê derfeta jinûve xwekomkirinê ji DAIŞ’ê re biafirîne.”

Di demekê de ku hîn hemleyên tunekirina DAIŞ’ê bi dawî nebûne û bi hezaran çete li gel Rêveberiya Xweser girtî ne, dewleta Tirk a dagirker ji bo derfetê bide jinûve avabûna DAIŞ’ê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Hevserokê Desteya Hundirîn Elî Heco têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bandora wê li ser ewlehî û îstiqrara li herêmê û hemû cîhanê axivî.

Elî Heco destnîşan kir ku planên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser hene û wiha got: “Ew jî vejandina Împaratoriya Osmaniyan e. Ji ber wê her tim gefan li herêmê dixwe. Dewleta Tirk îdia dike ku gef li ser ewlehiya wê ya neteweyî heye. Tevî ku tê zanîn tu binpêkirin ji aliyê rêveberiyê ve li ser sînorê wê pêk nehatine. Gefên Tirkiyê tirsa ji projeya neteweya demokratîk e."

Elî Heco da xuyakirin ku serkeftina li dijî DAIŞ`ê, derbeyeke mezin li hikumeta AKP’ê xist û wiha pê de çû: “Ji ber ew piştgirê sereke yê terora cîhanê ye. Tirkiye dibîne ku ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser xetereyê li ser wî çêdike. Gefên wî yên her car ji bo jinûve vejandina DAIŞ`ê û xurtkirina şaneyên DAIŞ’ê yên razayî ne.”

Heco destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina wê ji terorê di rewşeke ewle de ye û got: “Eger êrîşek li dijî herêmê pêk were dê tevliheviya ewlehiyê çêbe û pir zehmet e ku bi hezaran çeteyên di zindanên me de bêne kontrolkirin. Wê ev yek derfeta xwekomkirinê bide DAIŞ’ê. Wê ev yek dîsa xetereyê li ser ewlehiya herêmê û cîhanê çêke.”

Elî Heco gefên Tirkiyê yên li dijî herêmê şermezar kirin û banga diyalogê kir. Her wiha tekez kir ku eger êrîş pêk were ew ê bi hemû hêza xwe parastina herêmê bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di hemleyên xwe yên li dijî DAIŞ`ê de zêdetirî 900 çeteyên DAIŞ`ê yên hemwelatiyên 50 welatên cuda girtin, her wiha bi hezaran malbatên wan di kampan de ne.

Di kampa Holê tenê 10 hezar û 437 jin û zarokên DAIŞ`ê hene û bi sedan jî di kampên Eyn Îsa û Roj de ne.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî beriya niha gotibû ew ê hêzên xwe yên şerê DAIŞ`ê li Reqa û Dêrazorê dikin, vekişînin sînorê Tirkiyê, eger Tirkiye êrîşî herêmê bike.

Her wiha berpirsên li herêmê jî hişyarî da ku eger Tirkiye êrîşî herêmê bike, ew ê kontrolkirina hezaran çeteyên di zindanên Rêveberiya Xweser de winda bikin û ev yek dê xetereyê li hemû cîhanê bike.

(jo/bm)

 

ANHA


Mijarên Din