‘Eger Tirkiye êrîş bike dê serweriya Kampa Holê ji dest biçe’

Rayedareka Kampa Holê got: “Eger êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe dê hêzên li kampa ku bi deh hezaran çeteyên DAIŞ’ê tê de ne, neçar bike dev jê berdin. Bi vê re jî bibe zêdekirina gefan li Sûriyê û Ewrupa.”

Koordînatê Giştî yê Yekîneyên Paratina Gel (YPG) Tolhildan ji malpera "Middle East Eye" ya Brîtanî re got: "Heke Tirkiyê êrîş kir dê serweriya li ser kampê ji dest bidin."

Li gor malperê, di kampa Holê de nêzî 70 hezar kes heye. Piraniya wan jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê ne. Ji Sûriyê û Iraqê ne. Lê belê bi hezaran jî ji tevahî herêmê û biyanî tê de hene. Hin şênî jî li herêmên ku di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn, hene û gelek ji wan alîgirên DAIŞ’ê ne.

Di vî warî de Tolhildan anî ziman ku YPG’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber sedemên stratejîk ên êrîşkirina Tirkiyê, nikare serweriyê li ser kampê bike.

Tolhildan bang li civka navdewletî kir ku piştevaniya alîkariya girtina girtiyan bikin û vebijêrkên weke; avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya darizandina van çetayan ava bikin.

Girêdayî mijarê Tolhildan wiha domand: "Avakirina dadgeheke navdewletî li Bakurê Sûriyê baştir e. lê belê heke li dewleta Ewropî bê avakirin dê bê gotin ku şer nakin û piştî mehek an jî 3 mehan wan serbest berdin."

Li aliyekî din jî Tolhildan da zanîn ku redestkirina girtiyan ji rejîma Sûriyê ne pêkan e û wiha pê de çû: "Heke radestî rejîmê hat kirin dê yekser bikujin...yan jî dê careke dîtir ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin."

Li dawiyê Tolhildan bal kişand ser ku vekişîna ji kampê dê gefên şaneyên razayî yên li Sûriyê zêde bike û her wiha jî gefan li Ewropa jî bixwe.

Berpirsa kampa Holê Hemrîn Hesen ji malpera Brîtanî re got: "Ku Tirkiye êrîş bike, dê kareseteke mezin rû bide."

(fr)


Mijarên Din