​​​​​​​Ehmê: Aloziya li herêmê encamên civîna sêalî ye

Luqman Ehmê got: "Ji aliyê hersê aliyên hevpeymanî ve (Putin, Erdogan û Ruhanî) ve pêngaveke palankirî li ser Rêveberiya Xweser û aboriya wê heye. Nexasim piştî Rêveberiya Xweser li hemberî krîza aborî tedbîr girtin."

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman derehqê aloziya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji qutkirina avê, kehrebe, kêmbûna û pêngavên sorkirina li dijî rêveberiyê, armanc û kesên li pey wê gotarek nivîsand.

Di gotkara xwe de Ehmê ev tişt got:

"Pêngava ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, tevlihev, hundirîn û derveyî ye. Piştî ku rêveberiyê buhayê kirîna genim bi 17 sent dolar amerîkî û dane wê bi lîreyên Sûrî diyar kir ku cotkar rihet kir  ev pêngav dest pê kir. Dema ku rejîmê nas kir ku êdî tu kes berhem nafiroşe wî dest bi şerekî ragihandinê li dijî QSD'ê kir, ji bîr kur ku QSD'ê herêm parast û DAIŞ'ê têk bir. Rejîmê hemû alavên xwe li dijî herêmê bi kar anîn.

Dema ku rêveberiyê fonên karmendên xwe ji sedî 150 zêde kir, zingilê xeteriyê yên aliyên dijmberî Rêveberiya Xweser lê da, dîtin pêwîste hewl bê dayîn ku mîna van destkeftiyan werin têk birin.

Civîna 9'an a Astanayê ya di navbera (Putin, Erdogan û Ruhanî) de hate lidarxistin. Bendên wê yên sereke ev bûn; "Her hebûneke siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin", meqseda wan ji vê Rêveberiya Xweser e. Li ser vê Tirkiyê ava Firatê qut kir, ji ber girîngiya aborî û xizmetguzarî ya vê çemî ji bo Rêveberiya Xweser re dizanin, di aliyên çandinî, derxistina kehrebeyê de. Dizanîn ku dema kehrebe tunebe krîz derdikevin. Li ser vê tenê nesekinin, lê belê li ser qutkirina ava Stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê li hev kirin ku Tirkan bi alîkariya çeteyan di payîza borî de di encama êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de dagir kirin. Stasyona avê ya Elok avê dide derdora milyon kesî.

Her wiha nehiştin ku deryiê Til Koçerê li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî were vekirin. Di demekê de ku li cîhanê Koronavîrusê belav bûye û pêwîstiya herêmê bi alîkariyên tibî zêde dibe Rûsya û Çînê biryara vekirina derî veto kirin.

Beriya ku derbasbûna madeyên xwarin, çandinî ji bo herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê rejîmê ve bi hinceta Qanûna Qeyser were rawestandin, rejîma Sûriyê bi dolaran bace li baziranên ku madeyan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin ferz kir. Di encamê de buhayê madeyan bilind bûn. Tê zanîn ku ev qanûn mijarên xwarin, çandinî û derman di nav xwe de nagire. Piştre hersê aliyên Astanayê bi rejîmê re tabora 5'an çêkir.

Mixabin ev hemû, beriya mehekê ji biryara rêveberiya ya başkirina nan di firneyên giştî hat.

Rêveberiya Xweser di şerê medenî û xizmetguzarî de tedbîrên baş digire da ku vê pêngava dijber derbas bike

Ya ku hewl dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Lê bi hevkariya hin welatiyan vê pêngavê pêk tînin. Çend rojên kêm maye, em ê bibîni kalîteya nan baş bûye û li her deverê peyda dibe, av li bajarê Hesekê peyda bibe û kehrebe bi rêya rêxistinkirina cenartoran peyda bibe.

Her wiha dê kesên bi ewlehiya av û vexwarina welatiyan dilîzên wê werin cezakirin."


Mijarên Din