​​​​​​​Ehmed El-Huseynî: Armanc pêşxistin û vejandina çand û hunerê ye

Endamê HRRK'ê Ehmed El- Huseynî bal kişand ser girîngiya Mîhrîcana Çand û Hunerê û got: "Armanca Mîhrîcanên Çand û Hunerê afirandina bingeheke xurt ji çand û hunera li Rojava, pêşxistina wêje û hunera kurdî ye.”

Her sal Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava tê lidarxistin. Mîhrîcana yekemîn di sala 2014’an de li bajarê Fotrya yê Almanyayê, ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê-Ewropa ve hate lidarxistin.

Piştre navenda mîhrîcanê veguherandin bajarê Qamişlo yê bakurê Sûriyê, heman demê de çalakiyên mîrhrîcanê li Ewropayê jî tên lidarxistin.

Girêdayî mijarê endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed El-Huseynî ji ANHA'yê re axivî û bi bîr xist ku sala 2017'an mîhrîcanek biçûk li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Sala 2018'an li bajarê Kobanê, salên 2019 û 2020'an li Navenda HRRK'ê hate lidarxistin.

DERDORA 106 KES BI BERHEMÊN XWE BEŞDARÎ MÎHRÎCANÊ BÛN

Ehmed El-Huseynî destnîşan kir ku di mîhrîcana 7'an de ya ku niha li bajarê Qamişloyê bi diruşmeya "Kaniyên kesk silav ji bo hemû bajarên dil" tê lidarxistin derdora 106 kes bi berhemên xwe beşdar bûn û wiha domand: "Di nava 8 rojan de dê berhemên xwe yên çandî û hunerî ji helbest, çîrok bi zimanên Kurd û Erebî, her wê şano, sînema, semîner dê werin pêşkêşkirin. Her wiha dê semîner û panel derbarê pirsgirêkên rastî  siyasetmedar û rewşenbîran tên, aloziya Sûriyê werin lidarxistin, dîsa jî dê panel girêdayî zimanê Kurdî, rêbazên yekkirina xîtaba çandî li Rojava û pêşxistin û vejandina çand û hunerê."

ARMANCA MÎHRÎCANÊN ÇAND Û HUNERÊ

Ehmed Huseynî got: "Armanca mîhrîcanên çand û hunerê bingeheke xurt ji bo çand û hunera li Rojava were avakirin, pêşxistina wêje û hunera kurdî, her wiha xurtkirina zimanê Kurdî di civakê de û girêdaneke di navbera nivîsandin û guhdarkirinê de were afirandin."

Ehmed El-Huseyîn rola nivîskar wekî rola şervan li eniyên şer bi nav kir û got: "Şervan çekê bi kar tîne, nivîskar pênûsa xwe bi kar tîne da ku serkeftin, bûyerên ku rû didin di rûpelên dîrokî de qeyd dikin da ku ji nifşên bê re bibe mîras."

Têkildarî asta ku mîhrîcana çand û hunerê gihiştiyê Ehmed El-Huseynî destnîşan kir ku mîhrîcana îsla ji ya salên çûyî cûda ye, hem di aliyê hejmara beşdaran û hem di aliyê rojan û bernameyên wê de û got: "Ev cûdabûna nîşan dide ku piştî salekî pêşketina mezin a mîhrîcanên çand û hunerê li Rojavayê Kurdistanê çêbûye."

ANHA


Mijarên Din